SerupelNûçeBahoza Bellingham: Îngilistan bi du golan Norwêcê derbas kir

Bahoza Bellingham: Îngilistan bi du golan Norwêcê derbas kir

Tîma neteweyî ya Îngilistanê di dema zêdekirî de bi encama 2-1 Norwêcê têk bir û derbasî nîv-fînala Kûpaya Cîhanê bû. Stêrkê Îngilistanê Jude Bellingham bi du golên xwe tîma xwe gihand serkeftinê. Îngilistan dê di nîv-fînalê de wê derkeve pêşberî Arjantînê.

Cengiz Demirtaş

Di çaryeka fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de, têkoşîna mezin a di navbera Norwêc û Îngilistanê de kelecaneke mezin da hezkiriyên futbolê. Maça ku duh li bajarê Miami hat lîstin, ji bo Îngilistanê ne hêsan bû. Di nîvê yekem de, lîstikvanê Norwêcê Andreas Schjelderup golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.  Lê belê, beriya ku nîvê yekem biqede, Jude Bellingham bi lingê xwe yê çepê encam kir 1-1.

Di nîvê duyem de, dîrektorê Îngilistanê Thomas Tuchel guhertinên mezin kirin; Declan Rice û Noni Madueke ji lîstikê derxistin û Bukayo Saka û Eberechi Eze xistin qadê. Tevî vê yekê jî, Norwêc bi pêşengîya Erling Haaland gelek pozîsyonên girîng dîtin. Goleke Norwêcê ji ber ku Haaland lîstikvanekî îngilîz xist xwarê ji aliyê hakem ve hat betalkirin.

Wekhevî di dema asayî de nehat xera nebû û loma dema zêdekirî dest pê kir. Di deqeya 93yan de, dîsa Jude Bellingham derket ser dikê û goga ku ji golparêzê Norwêcê zivirî, şand keleyê: 2-1. Di deqeyên dawî de, biryareke penaltiyê ya ji bo Îngilistanê piştî venihêrtina dîmenên kamerayê hat betalkirin. Di deqeyên dawî de Di deqeyên mayî de berevaniya Îngilistanê xeletî nekir û pêşbirk 2-1 bi dawî bû.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.