Li Îspanyayê gotûbêjên li ser guherandina statuya otonomîyê ya Welatê Baskê careke din bû rojeva sereke ya sîyaseta welat. Partîyên Welatê Baskê û hikûmeta navendî ya Îspanyayê ji bo çarçoveyeke nû ya qanûnî û sîyasî ya statûyê ketine nav hewldanan. Di vê çarçoveyê de, helwesta Serokwezîr Pedro Sánchez û partîya wî ya PSOE dîyar dike ku mijara “Statuya Nû” dikare di parlamentoyê de bibe kozeke giring ji bo domdarîya hikumetê.
Li gorî nirxandinên dawî, Pedro Sanchez dixwaze bi nîqasên li ser vê statuya nû re bawerîya partîyên neteweperwer û serxwebûnxwaz yên Baskî—bi taybetî Partîya Neteweperwer a Baskê (PNV) û EH Bildu—bi hikumeta sosyalîst xurt bike. Di heyama nû ya sîyasî de, dabînkirina piranîya parlamentoyê li Madrîdê bi van partîyên herêmî ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, vekirina pêşîya nîqaşên li ser reforma statuya otonomîyê ji bo hikûmeta navendî wekî firsendeke stratejîk tê dîtin.
Tevî van mafan jî, partîyên Baskî balê dikişînin ser vê yekê ku gelek xalên Statuya Guernicayê ku di sala 1979an de hatibûn pejirandin, piştî dehsalan hîn jî nehatine cîbicîkirin û geherandin. Pênaseya “netewe” ya gelê baskê, mafê self-determînasyonê. kontrola li ser pergala teqawidîyê, îdarekirina bendergeh û balafirgehan çend mijarên sereke yên gotûbêjên îro ne.
Pêvajoya nû û armancên sîyasî
Yek ji alîyê herî giring ê daxwazên partîyên baskî pejirandina pênasêya “netewe”yê ye. EH Bildu û PNV daxwaz dikin ku di statuya nû de naskirina Welatê Baskê wekî “netewe” cîh bigire û têkilîya bi dewleta navendî re li ser bingehê konfederalîzmê an jî otonomîyeke asîmetrîk ji nû ve bê sazkirin.
Pedro Sánchez ji alîyê xwe ve hewl dide hevsengîyekê di navbera destûra bingehîn a Îspanyayê û daxwazên herêmî de ava bike. Her çend mixalefeta rastgir a li Madrîdê vê gavê wekî gefek li ser yekitîya dewletê dibîne jî, ji bo Sanchez peydakirina rêyeke lihevkirinê ya bi baskan re, garantiya sereke ye ji bo domandina hikumeta sosyalîst.
Statuya niha ya Welatê Baskê
Welatê Baskê (Euskadi), ku li bakurê Îspanyayê cih digire, xwedî dîrok, çand û zimanekî cuda ye. Ji sala 1979an ve, herêm di bin çarçoveya “Statuya Guernica” (Estatuto de Gernika) de bi rengekî otonom tê rêvebirin. Ev statu ji alîyê qanûnî ve asteke bilind a autonomîyê dide herêmê û Herêma Autonom a Baskê di gelek waran de dike xwedî desthilatîyeke taybet.
Sîstema fînansî û bacê ya Welatê Baskê, ku bi navê “Concierto Económico” tê nasîn, yek ji taybetîyên herî giring ên vê otonomîyê ye. Di vê sîstemê de, rêveberîya herêmî bi xwe bacan dicivîne û tenê mîqtareke dîyarkirî ji bo xizmetên navendî dide hikumeta Îspanyayê. Her wiha, herêm xwedî departmana polîsan (Ertzaintza), sîstema perwerdehiyê, saziyên tenduristîyê û zimanê xwe yê fermî ye.
Ev nûçe ji ber nûçe rojnameya El Diario Vasco hatîye amadekirin.



