SerupelNûçeBaşûrê Sûdanê 15 saliya serxwebûna xwe pîroz dike

Başûrê Sûdanê 15 saliya serxwebûna xwe pîroz dike

Başûrê Sûdan di 9ê tîrmeha 2011an de, piştî şerê bi salan û referandûmeke dîrokî, bû dewleteke serbixwe. Lê piştî du salan welat ket nav şerê navxweyî û heta îro bi pirsgirêkên ewlehî, aborî û mirovî re rû bi rû ye. Salvegera serxwebûnê di heman demê de bîranîna fedakariyên ku ji bo azadiyê hatine dayîn nû dike.

Bi kurtî Başûrê Sûdanê

  • 12.4 milyon kes li Başûrê Sûdanê dijîn.
  • Li welêt 64 komên etnîkî hene.
  • Dinka koma etnîkî ya herî mezin e.
  • Di referandûma 2011an de 98.3 ji % welatî ji bo serxwebûnê deng dan.
  • Nêzîkî 9 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovahî ne.
  • 1.8 milyon kes li hundirê welêt ji cihê xwe hatine koçberkirin.
  • 2.3 milyon sûdanîyên başûrî li welatên derve wek penaber dijîn.

Başûrê Sûdanê îro 15 salîya salvegera serxwebûna xwe pîroz kir. Ev welat di 9ê tîrmeha 2011an de, piştî referandûmekêji Sûdanê veqetîya.

Têkoşîna ji bo maf û xwebirêvebirina Başûrê Sûdanê di nîvê salên 1950an de dest pê kir. Qonaxa yekemîn a şer ji sala 1955an heta sala 1972an dom kir û bi Peymana Addis Ababayê bi dawî bû. Li gorî wê peymanê, ji bo Başûrê Sûdanê re mafê xweserîyê hat naskirin.

Lê di sala 1983an de şer careke din dest pê kir. Du tabûrên artêşa Sûdanê ku piraniya leşkerên wan ji Başûrê Sûdanê bûn, li bajarên Bor û Ayod serî hildan. Ji vê serhildanê Tevgera Rizgariya Başûrê Sûdanê (SPLM/A) ava bû. Di destpêkê de armanca tevgerê avakirina “Sûdaneke Nû” ya sekuler û demokratîk bû. Piştî nîqaşeke navxweyî, SPLM di sala 1994an de mafê self-determînasyonê ji bo Başûrê Sûdanê daxwaz kir.

Piştî şer û danûstandinên bi salan berdewam kir, di sala 2005an de Peymana Aştiyê ya Berfireh hate îmzekirin. Peymanê di destpêkê de ji bo pênc salan xweserîya Başûrê Sûdanê nas kir û rê li ber referandûmeke serxwebûnê vekir. Di referandûma sala 2011an de ji 98 ji % zêdetir welatîyan ji bo serxwebûnê deng dan. Di encamê de, di 9ê tîrmeha 2011an de Başûrê Sûdan wekî dewleta 193. a Neteweyên Yekbûyî hate venasîn.

Şerê navxweyî 

Herçend serxwebûn hêviyên mezin afirand jî, welat zû ket nava aloziyên siyasî û şerê navxweyî. Di dawiya sala 2013an de pevçûn di navbera hêzên serok Salva Kiir û alîgirên cîgirê wî yê berê Riek Machar de şer derket. Şer bû sedema yek ji krîzên herî mezin ên cîhanê. Bi milyonan kes koçber bûn û hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.  Aboriya welêt ku bi piranî li ser dahata petrolê ye, ji ber kêmbûna bihayê petrolê û şerê navxweyî zirarên mezin dît.

Eyaletên Sûdana Başûr/Nexşe:NordNordWest, CC BY-SA 3.0

Berdêlên serxwebûnê

Serxwebûna Başûrê Sûdan bi berdêlekî pir giran hate bidestxistin. Di dema şerên dirêj de bi milyonan kes jiyana xwe ji dest dan an jî terka cîûwarên xwe kirin. Bajar û gund hatin wêrankirin, aborî û jiyana civakî zirarên mezin dîtin. Tevî ku serxwebûn di sala 2011an de hate bidestxistin jî, şerê navxweyî û aloziyên siyasî bûn sedem ku gelek hêviyên gel bi temamî pêk neyên. Dîsa jî, gelek sûdaînyên başûr  bawer dikin ku serxwebûn encama fedakariya nifşan e û divê ev fedakarî bi avakirina dewleteke aştiyane, demokratîk û geş were parastin.

Di heman rojê de di Infowelat de hatîye weşandin