SerupelNûçeAmerîkayê piştî civîna NATO’yê dîsa êrîşî Îranê kir

Amerîkayê piştî civîna NATO’yê dîsa êrîşî Îranê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Tirkiyê agirbesta bi Îranê re xera kir. Li pêyî civîna NATO’yê 90 hedefên Îranê da ber bombeyan. Li beramber, Îranê êrîş li welatên Kendavê pêk anî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li pêyî civîna NATO’yê ya li Tirkiyê agirbesta bi Îranê re xera kir. Pê re jî ji bo li Îranê êrîşan pêk bînin ferman da artêşê.

Ajansa nîv-fermî ya Îranê ragihand ku li eyaletên wekî Sistan, Belûcistan, Bûşehr û Hurmuzganê, li bajarên benderan ên wekî Çabahar, Konarak, Bender Ebbas û Sirikê teqîn pêk hatine.

Tê ragihandin ku dema van êrîşan, tekane santrala nukleer a sivîl a Îranê ya li bajarê Bûşehr û pira şîşên trênê ya li eyaleta Gulistanê jî hedef hatiye girtin. Tevî van yekan, li du pirên li ser rêya bajarê Meşhedê ya ku cendekê Elî Hamaney wê lê bihata veşartin xistiye.

Qumandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM’ê diyar kir, li seranserê Îranê wan nêzî li 90 hedefan xistine. Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hat gotin ku li seranserê peravê wan depoyên fuze, dron û tesîsên leşkerî kirine hedef.

Amerîka ji destpêka êrîşên meha Nîsanê û vir ve yekem car e ku binesaziya sivîl dike hedef.

Li beramber, Îranê jî welatên Kendavê yên wekî Bahrey, Kuweyt û Qeterê yên ku baregehên Amerîkayê lê hene kir hedef. Ajansa mehrê got Îranê li van welatan nêzî li 85 hedefên leşkerî yên Amerîkayê xistiye. Ji bo êrîşên Îranê heta niha agahdariya tu xisarê nehatiye dayîn.

Piştî êrîşan, bihayê petrola Brent derket 79 dolaran. Bihayê petrolê piştî destpêkirina şerê Îsraîl/Amerîka û Îranê ji 70 dolaran derketibû heta 120 dolaran. Bes piştî lihevkirina agirbestê bihayê petrolê dîsa daketibû heta 72 dolaran.