10 sal berê, di 23’yê hezîrana 2016’an de Brîtanyayê biryareke dîrokî da ku wekî li Ewrûpayê bû sebeba erdhejeke polîtîk. Welat piştî ku zêdetirî 40 salan derbas bû, ji Yekitiya Ewrûpayê (YE) veqetîya. Veqetîna ji YÊyê bi rêjeya 52 ji % welatîyan, di referandûmê de hat erêkirin.
Sedema sereke ya Brexitê, daxwaza “kontrolkirina sînoran”, rawestandina koçberiyê û serweriya hiqûqî ya Brîtanyayê bû. Sîyasetmedarên muhafezekar bi kampanyayên populîst, fikarên aborî û neteweperestîyê bi kar anîn.
Serokwezîrê wê demê David Cameron ku bixwe li dijî veqetînê bû, ji bo dengên partiya xwe biparêze referandûmê qebûl kir, lê piştî encamê neçar ma îstîfa bike. Bi vê re jî krîzeke polîtîk dest pê kir ku di nava 10 salan de bû sebeba îstifaya 7 serokwezîran.
Encamên aborîyê yên Brexitê
Deh salên dawî nîşan didin ku “azadiya” Brîtanyayê ya ji Brukselê di warê aborîyê de zirareke mezin daye welêt. Li gorî aborîzanan, Brexitê Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP) ya Brîtanyayê heta 8 ji % kêmtir kir.
Krîza Bazirganiyê: Îxracata xwarinê ber bi YEyê ve nêzîkî 25 ji % kêm bû. Ji ber burokrasî û lîsteyên gumrukê, şandina berheman rastî gelek astengîyan tên. Mînak, ji bo cotkar goştên xwe bifroşin Ewrûpayê niha divê 26 mor û kaxezên cuda werbigirin.
Enflasyon û xizanî: Ji ber lêçûnên nû yên sînoran, bihayê xwarinên bingehîn (wek ava porteqalan) heta 134 ji % zêde bû. Ev rewş herî zêde bandorê li çînên xizan dike ku serî ji bo alîkarîya xwarinê didin.



