Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ambargoya firotina petrolê ya li ser Îranê betal kir. Biryar di dema hevdîtinên di navbera herdu alîyan de yên li Swîsreyê hat avêtin.
Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê îro lîsanseke giştî weşand ku rê dide hilberîn, sewqiyat û firotina pêtrola Îranê. Ev destûra ku cezayên li ser pêtrola Îranê radike, heta 21’ê tebaxê ku roja dawî ya hevdîtinan de, wê derbasdar be.
Scott Bessent di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya danûstandinên berhemdar de, Îranê soz daye rêya Tengava Hurmizê veke û destûrê bide çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA). Cîgirê Serokê DYA’yê JD Vance jî li Swîsreyê encamên hevdîtinên li Luzernê ku rêya Îranê ji pisporên IAEAyê re vedike, wekî “serkeftineke mezin” bi nav kir.
Li gorî daneyên IAEA’yê, niha di destê Îranê de 440 kîlogram uranyuma ku ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin heye. Tê payîn ku ev uranyum wê di bin çavdêriya IAEAyê de were kêmkirin.
Li aliyê din, daxuyaniyên ji Tehranê nîşan didin ku aliyê Îranê li hemberî mijarê hinekî baldar e. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Esmaîl Baqaî, diyar kir ku di hevdîtinan de tenê nîqaşeke pir kurt li ser mijara nukleerî hatiye kirin. Baqaî destnîşan kir ku Îranê “tu peymanên nû” qebûl nekiriye û mirov nekare bibêje danûstandinên fermî yên nukleerî dest pê kirine.



