SerupelUncategorizedKovara Vînê dest bi weşanê kir

Kovara Vînê dest bi weşanê kir

Kovara Vînê di salvegera derketina kovara Hawarê de dest bi weşanê kir. Kovar ji du mehan carekê li ser dîjîtalê tê weşandin. 

Weşangerîya dîjîtal a kurdî di salên dawî de bi weşanên nû pêş dikeve.

Kovara Vînê ya di platforma dîjîtal de weşanê dike, di 15ê gulanê de hejmara xwe hejmara xwe ya yekemîn weşand.

15 gulanê 94. salvegera derketina kovara Hawarê ye û wekî Cejna Zimanê Kurdî hatîye qebûlkirin.

Vîn wê ji du mehan carekê bi alfabeya latînî ya kurdî bê weşandin.

Kovar wê ji berhemên kurmancî, soranî û zazakî pêk were.

Komîteya weşanê ya kovarê ji van kesan pêk tê:

Gulê Şadkam, Îbrahîm Şêxşerefî, Jiyar Homer, Lorîn Demirel, Netîce Altun Demir, Rojîn Şêx Hemo û Selîm Temo.

Di beşa hevpeyvînê ya kovarê de hevpeyvîna bi nivîskar Fatma Savci hatîye weşandin.

Di kovarê de ji zimanên cîhanê yên wekî almanî, fransî, îngilîzî û îspanyolî werger jî hatine weşandin.

Kovar dikare ji malpera www.kovaravin.com bê xwendin an daxistin.

Navnîşana ji bo têkilîyê ya kovarê ev e:  info@kovaravin.com

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.