Nivîskara Kurd Yildiz çakar dema ji Almanyayê diçû Amedê, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.
Yildiz Çakar ji demeke dirêj ve ye li Almanyayê dijiye. Nivîskarê daxwaz kir ku vegere welatê xwe Amedê. Bes polêsên balafirgehê destûr nedan, ew kirin bin çav û birin ewlekariya balafirgehê. Yildiz Çakar pê re jî sewqî dozgeriyê hat kirin.
Sedema binçavkirinê heta niha bi awayê fermî nehatiye eşkerekirin.
Kî ye Yildiz Çakar?
Nivîskara Kurd Yildiz çakar di sala 1978’an de li Amedê ji dayîk bûye. Yildiz çakar bi analîz û lêkolînên li ser wêjeya Kurdî tê naskirin. Di ajansên nûçeyan de edîtoriya nûçeyan kiriye. Helbest, nivîsarên şanoyê û roman nivîsandine.
Yildiz Çakar di salên dawîn de li bajarê Berlînê yê Almanyayê dijiya.


