Lîtwanya welatê yekemîn e ku ji Yekitîya Sovyetê veqetîya û bû serbixwe.
Ev welatê Baltik di 11ê adara 1990an de serxwebûna xwe ragihand.
Serxwebûna Lîtwanyayê di dema krîza hebûna ya Yekitya Sovyetê de hat rojevê.
Polîtîkaya Glasnost û Perestroyka ya Mihail Gorbaçov derî li tevgerên self-determînasyonê vekir.
Tevgera neteweyî ya Lîtwanyayê Sajudis di 1988an de hat avakirin bi lez li welêt xwe birêxistin kir.
Tevgerê di 23 tebaxa 1988an de ku salvegera Peymana Sovyet-Almanyaya Nazî bû, li paytext Vilniusê çalakiyekê li dar xist.
250,000 kes tevlî çalakîyê bûn û ev jî bû qonaxeke giring a ber bi serxwebûnê ve.
Tevgera serxwebûnê, di heman roja sala 1989an de tevlî tevgerên Estonya û Letonyayê çalakiyeke zincîra mirovan li dar xist.
Bi sedhezaran mirov, di navbera paytextên her sê welatan de zincîreke bi qasî 600 km çêkirin.
Piştî van çalakiyan, Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand.
Moskow vê qebûl nekir qebûl nekir û ambargoyeke giran li ser Lîtwanyayê ferz kir.
Moskow di 1991an de xwest li Lîtwanyayê darbeyeke leşkerî pêk bîne.
Lîtwanyayîyan bi girseyî li hember vê hewldanê reaksîyon nîşan dan û ji her alîyê welêt herikî ber bi paytext Vilniusê ve.
Artêşa Sovyetê êrişî çalakgeran kir û 13 kes hatin kuştin.

Endamtîya Neteweyên Yekbûyî (NY)
Tevlî vê jî gel çalakî berdewam kirin û ev jî bû sebeb hêzên Sovyetê vekişin.
Bûyerên li Lîtwanyayê li derveyî welêt deng da û Îsland bû welatê yekem ku serxwebûna vî welatî nas kir.
Di 17yê tîrmeha 1991an Neteweyên Yekbûyî (NY) endamtîya Lîtwanyayê qebûl kir.
Ev jî ji bo welatê nû di qada navneteweyî de bû serkeftineke dîplomatîk.
Lîtwanya di 1992an de ji bo destûra bingehîn referandûmekê li dar xist û piştî hilbijartinên 1993an jî hikumeta yekemîn a welatê serbixwe dest bi kar kir.


