SerupelNûçeEwrûpa peymana nû ya penaberîyê xist merîyetê

Ewrûpa peymana nû ya penaberîyê xist merîyetê

Pergala nû ya penaberiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (CEAS) bi fermî ket meriyetê. Armanca vê reformê ew e ku prosedurên penaberiyê zûtir bibin û barê li ser welatên li sînorên derve yên yekîtiyê kêm bibe. Lêbelê, pispor û rêxistinên mafên mirovan guman dikin ku ev qaîdeyên nû dê karibin koçberiyê kêm bikin an jî vegerandina kesên ku daxwaza wan hatiye redkirin hêsantir bikin.

Yekîtiya Ewrûpayê pergala hevbeş a penaberiyê ya nû (CEAS) îro xist merîyetê ku yek ji reformên herî mezin a siyaseta koçberiyê ya Yekîtiyê ya di salên dawî de tê qebûlkirin. Di çarçoveya peymanê de, penaxwaz divê berî ku daxwaza wan were nirxandin, li sînorên derve yên yekîtiyê di qonaxa ewiş de werin kontrolkirin.

Kesên ku ji welatên ku rêjeya pejirandina daxwazên wan kêm e tên, wê di prosedurên lezgîn de werin nirxandin. Ev proses wê li navendên taybet ên li nêzîkî sînor, balafirgeh û benderan were meşandin. Armanc ew e ku daxwaz zûtir werin nirxandin û kesên ku şertên parastinê nagirin, werin vegerandin.

Prosedûrên lezgîn ji bo kê ne?

Prosedurên nû yên sînor bi taybetî li ser kesên ku ji welatên ku penaberiya wan pir caran nayê pejirandin, tên sepandin. Di nav van welatan de Marok (Fas) û Bangladeş hene ku piraniya daxwazên wan tên redkirin.

Lê penaxwazên ku ji welatên wekî Afganistan û Sûriyeyê tên ku rêjeya pejirandina daxwazên wan bilindtir e, wê di prosedurên asayî de werin nirxandin. Berpirsîya dosyeya wan jî wê li ser welatê ku ew pêşî têketinê bimîne.

Parvekirina berpirsîyê 

Beşek girîng a reformê mekanîzmayeke nû ya hevgirtinê ye ku armanca wê alîkariya welatên li sînorên derve yên Yekîtiyê ye. Ev welat Italya, Îspanya, Yûnanistan û Malta ne ku her sal hejmareke mezin a koçberan pêşwazî dikin.

Li gorî vê pergalê, welatên din ên Yekîtiya Ewrûpayê divê an hejmarek penabxwazan qebûl bikin an jî ji bo her kesek ku qebûl nakin 20 hezar euro bidin. Yekîtiya Ewrûpayê texmîn dike ku her sal herî kêm 30 hezar penaxwaz wê di vê pergalê de cih bigirin.

Hîn jî gelek astengî hene

Her çend lîderên Yekîtiya Ewrûpayê hêvî dikin ku ev qaîdeyên nû pergaleke dadperwertir û bikêrtir biafirînin jî, rexnegir dibêjin ku prosedurên lezgîn dikarin bibin sebema biryarên zû û mayîna dirêjtir a kesan di navendên girtî de.

Gelek çavdêran jî bawer dikin ku zêdetir wê rewşa siyasî û şerên li welatên wan bandorê li hejmara koçberan bike. Çavdêr ne bawer in ku guhertinên qanûnî yên Ewrûpayê bandorê li hejmara koçberan bike. CEAS hîn nû dikeve merîyetê û bandora rastîn a vê reformê tenê di salên pêş de wê were dîtin

To read this news in English please click on this link