SerupelNûçeÎnstîtuyên aştîyê yên Almanyayê ji bo zêdebûna alozîyan hişyarî dan

Înstîtuyên aştîyê yên Almanyayê ji bo zêdebûna alozîyan hişyarî dan

Rapora Aştîyê ya ji alîyê înstîtuyên cuda yên Almanyayê hat weşandin dibêje, dewlet her ku diçe zêdetir li derveyî pergala rêgezên navneteweyî tevdigerin û cîhan dikeve demeke şîdeta zêde. Li gorî raporê alozî digihîje asteke rekorê û teknolojîyên nû rîskên ewlehîyê zêdetir dike. Rapor ji alîyê Xebatên Alozîyê yên Navenda Navneteweyî ya Bonnê (BICC), Înstîtuya Lêkolînên Aştîyê û Polîtîkaya Ewlekarîyê ya Zanîngeha Hamburgê (IFSH), Înstîtuya Pêşketin û Aştîyê (INEF) û Înstîtuya Lêkolînên Aştîyê ya Franfurtê (PRIF) ve hat weşandin.

Li gorî lêkolîneran, midaxaleyên DYA, Rûsya û Îsraîlê nîşan dide ku hêzên mezin çawa li derveyî normên navneteweyî tevdigerin. Rapor di heman demê de balê dikişîne ser projeksîyonên hêza herêmî yên welatên ku di nava wan de Tirkîye, Pakistan, Etîyopya û welatên ereb ên Kendavê jî hene û kiryarên wan wekî mînakên trendên hîn mezintir ên ku dewlet hewl didin bi rêya alavên leşkerî û polîtîk û bandora xwe berfireh bikin, nîşan dide.

Rapor dîyar dike ku dema di navbera 2021 û 2024an de dema şîdeta herî zêde bûye ji Şerê Sar û vir ve. Lêkolîner 61 alozîyên çekdarî yên 36 welatan tomar kirine ku herî kêm dewletekê tê de cî girtî ye. Di heman demê de, hejmara kesên bi darê zorê ji cîhûwarê xwe hatine derxistin di nîsana 2025an de li seranserê cîhanê ji 120 milyonî derbas kirîye.

Di nava aktorên herêmî de, Tirkîye, Erebistana Siûdî, Mîrektîyên Ereb ên Yekgirtî û Qetar balê kişandine ser xwe. Rapor dîyar dike, van welatan hem rola navbeynkaran dilîzîn û hem jî tevlî alozîyan bibin ku bi vî awayî jî xeta di navbera hewldanên aştîyê û reqabeta jeopolîtîkê şolî dikin. Lêkolîner hişyar dikin ku ev dînamîk dikare muzakereyan dijwartir bike û çareserîyên aştîyê yên mayînde asteng bike.

Krîza YEyê û dijwarîyên ewlehîyê yên nû

Rapor dibêje, Neteweyên Yekbûyî (YE) bi krîza herî mezin a dîroka xwe de rû bi rû maye. Rikeberîya di navbera hêzên mezin de bi taybetî di Konseya Ewlekarîyê de biryargirtinê lawaz dike û qutkirina fonan gef li kêrhatîbûna rêxistinê dixwe. Tevlî vê jî, lêkolîner destnîşan dikin ku niha ji bo YEyê alternatîfek tune ye û bang li hikumetan dikin ku destekê bidin reform û alîkarîya fînansê ya bi îstikrar.

Rapor di heman demê de balê dikişîne ser pêkhatina teknolojîyên şer. Aqlê Çêkirî, sîstemên otonom, kapasîteyên sîber û bîyoteknolojî reqabeta leşkerî diguherîne û gelek caran derdikeve derveyî sînorên  mekanîzmayên heyî yên kontrola çekan.