Raperîna li dijî rêjîma Baas a Iraqê, li Başûr yek ji bûyereke girîng a dîroka Kurdistanê ye.
Serhildana çekdarî ya gelê Başûr di 5ê adara 1991an de li bajarê Ranyayê dest pê kir. Ev bûyer, tevlî serhildana şiîyên li başûrê Iraqê, rejîma Baas a li Bexdayê anî ber hilweşînê.
Ji ber ku Ranya navenda yekemîn a serhildanê bû, bajêr wekî “Dergehê Raperînê” tê binavkirin.
Meha adarê jî li başûrê Kurdistanê wekî “Meha Raperînê” tê binavkirin.
Destpêka serhildanê
Di roja ewil a Raperînê de Ranya û Qeladizê hatin rizgarkirin û paşê jî gelê kurd tevlî desteka hêza Pêşmerge berê xwe da Silêmanî û bajarên din.
Artêşa Sedam li hember biryardariya serhildêran nekarî zêde di ber xwe bide û Silêmanî hat rizgarkirin.
Di pevçûn, êriş û tolhildana li dijî dagirkerên Iraqî de li Silêmanî bi sedan endamên ewlekariyê yên Baasê hatin kuştin.
Pêlên Raperînê di 11- adarê de gihîşt ber derîyên Hêwlêrê û di 13ê adarê de gihîşt Zaxoyê.
Serhildêrên kurd di 14ê adarê de xwe gîhandin Dihokê û paşê pêşmerge bi hêzeke mezin ajot ser Kerkûk û Mûsilê.
Bi rizgarkirina her du bajaran, li tevahiya Başûr desthilatiya Iraqê bi dawî bû.
Têkçûn û koçberîya girseyî
Ber bi dawiya meha adarê de desthilata Bexdayê ji nû ve rabû ser xwe û li Kurdistan û başûrê Iraqê dest bi êrişên mezin kir.
Artêşa Sedam di 29ê adarê de Kerkûkê dagir kir û paşê tankên Iraqê ketin Dihok, Hewlêr û Zaxoyê.
Silêmanî jî tê de, hemû bajarên hatibûn rizgarkirin ji nû ve hatin dagirkirin.
Pêşveçûna artêşa Sedam Huseyîn bi tenê li Çiyayê Korekê rastî berxwedana mezin a Pêşmergeyan hat.
Li vî çiyayê nêzîkî Qeladiza, pêşveçûna artêşa dagirker hate sekinandin.
Bi dagirkirina bajar û piraniya herêman,1.5 milyon kurd dan ser riyên penaberiyê û berê xwe dan Tirkiye û Îranê.
Tê texmînkirin, 750,000 kurdên Başûr derbasî Îranê bûn û li kampên nêzîkî sînor bi cî bûn.
Li derdora 300,000 kurd jî derbasî Tirkiyeyê bûn û li kampên bajarên Bakurê Kurdistanê hatin bicîkirin.
Damezrandina Herêma Kurdistanê
Êrişên artêşa Iraqê û trajediya bi koça girseyî re kete rojeva raya giştî ya cîhanê.
Ev jî bû sebeb ku hêzên navneteweyî jibo parastina kurdan gav bavêjin.
Di adarê de Amerîka û hevalbendên wê li ser Kurdistana Başûr herêma ji firînê re qedexe ragihandin.
Bi vê gavê re, vegera ber bi Başûr ve dîsa dest pê kir û tîrmehê de PDK û YNK bi hemleyeke kordînekirî Hewlêr, Duhok û Silêmanî careke din rizgar kirin.
Iraq neçar ma di çirîya pêşîn de agirbestêkê qebûl bike û ji 16,000 km2 erdên Kurdistanê vekişe.
Bi vê re jî, di bin kontrola PDK û YNKê de Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê hate damezrandin.
Herêma Kurdistanê di 19ê adara 1992an de hilbijartinên giştî li dar xist û piştî vê, Parlamentoya Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.


