SerupelKurdistanPeyas ji bo ciwanan bernameya spor û çandê li dar dixe

Peyas ji bo ciwanan bernameya spor û çandê li dar dixe

Beledîyeya Peyasê bernameya ciwanan a “spor, çand, hevgirtin û jiyana hevpar” li dar dixe. Bername di 12yê hezîranê de dest pê dike û di 14yê hezîranê de bi dawî dibe.

Beledîyeya Peyasê çalakîyên xwe yên ji bo berdewam dike. Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê û Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî yên Beledîyeyê hevdîtinên ciwanan li dar dixin. Bername wê di 12ê hezîranê de li Parka 75an a li Peyasê dest pê bike û hata 14ê hezîranê bidome.

Komeleya “Em Ji Bo Siberojê Li Vir” in wê hevkarîya bernameya ciwanan bike. Armanca çalakîyan wekî “spor, çand, hevgirtin û jiyana hevpar” hatîye nîşandan û slogana wê “Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve” ye.

Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar bi minasebat bernameyê vîdyoyekê weşandin û bang ji bo beşdarîyê bang li niştecîyên Amedê kirin.

Di bernameya sê roj do dike de çalakiyên hûnerî jî cî digirin. Roja ewil bi konserên Kasim Taşdogan, Eylul Nazlier, Simyager, Dengbêj Hediye û Dengbêj Berken Zer dest pê dike. Roja dawî wê taştê li Navenda Çandê ya Amargî bê xwarin û meşekê wê li Baxçeyên Hewselê bê lidarxistin.

Navçeya Peyasê

Ciyê Peyasê ya di nexşeya Amedê de./Nexşe:Batuhan Duz, CC BY-SA 4.0 (Navê Peyas û Amedê li nexşeyê hatîye zêdekirin)

Peyas navçeyeke bi ser Parêzgeha Amedê ve ye û ji 12 taxan pêk tê. Nifûsa navçeyê li derdora 420,000î ye. Ji alîyê nifûsê ve navçeya herî mezin a Amedê Peyas e. Herwiha, Peyas di nava 973 navçeyên li Tirkîyeyê jî di warê nifûsê de navçeya 16.e. Peyas ku navê wê yê fermî yê bi tirkî“Kayapinar” e, di 2008an de hat damezrandin. Şaredarên beledîyeya navçeyê endamên Partîya DEMê ne.