Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dij Îranê 100 roj li pêyî xwe hişt. Di despêka şer de, behsa eniya Kurdan a ku pêkan bû li dij Îranê bihata vekirin dihat kirin. Tevî gelek nîqaşan vê eniyê venebû. Nivîsara li jêrê, ya ji ber nivîsarên di malpera “The National Context”ê de hatine weşandin sedemên venekirina vê eniyê dinirxîne.
Destpêk: Eniya şer a tevî ku herî zêde behsa wê hatiye kirin, bes nehatiye vekirin
Di rojên ewil ên şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê de bala cîhanê herî zêde li ser navêndên qumandariyê, binesaziya fuzeyan û tesîsên nukleer ên li der dora Tehranê bû. Tevî vê yekê gumaneke mezin hebû, li deverên ku Kurd lê dijiyin, ji ser Kurdan wê eniyeke şer bihata vekirin. Bi berfirehî dihat nîqaşkirin ku rêxistinên Kurdan wê ji ser Başûrê Kurdistanê derbasî nav Îranê bibin û pêşengiya serhildanê bikin û ji nav Îranê wê zorê bidin ewlekariya rejîmê. Malpera National Contextê di nûçe û analîzên xwe de dibêje hêviya ku li bendê bûn nehat cî. Wêdetirê vê hêviyê, malper nîşan dide ku sedema nehatina cî tenê ne dijwariyên operasyonel bûn.
Çi ji profîla hedefê ya Rojhilatê Kurdistanê der dihat?
Malper xwe disipêre çavdêriyên sehayê yên serdema şer û îdia dike ku êrîşên li Rojhilatê Îranê xwedî profîleke cihê ya ji hedefên şer ên klasîk wêdetir e. Tê gotin ku hedefgirtina qereqolên polîsan, avahiyên îstixbaratê, qumandariyên parastina sînoran û binesaziya hêzên Îranê yên li navêndên wekî Senenjde û Mihabatê ji êrîşên li ser tesîsên enerjiyê yan jî êrîşên li ser baregehên fuzeyên dûravêj, xwedî armanceke cihêtir bûn. Tê nirxandin ku armanca van êrîşan ev bû ku daxwaz dikirin “tora ewlekariyê ya navxweyî” birûxînin, derî li ber derbaskirina sînor vekin û ji bo serhildan bikaribe bê destpêkirin derfetê çê bikin.
Ev hesab çima li hev nehat?
- Kurdên Îranê ji hev parçe ne: Wekî di nivîsareke din a malperê de tê nîşandayîn, li Îranê siyaseta Kurdan di navbera PDK-I, Komala, PAK û PKK/PJAK’ê de, bi awayê bîrdozî, rêxistinî û erdnîgarî ji hev parçe bûye. “Qumandariyeke serhildanê ya netewî” ya hevpar ya dihat hêvîkirin, li sehayê pêk nehatiye.
- PJAK’ê rista ku jê dihat xwestin neaniye cî: PJAK wekî xala herî krîtîk derket pêş. Li gorî analîzan, PJAK ji ber sedema binyata wê ya çiyê, ernîgariya sînor û dîsîplîna rêxistinî, ji bo eniyeke li Rojhilatê Kurdistanê li dij Îranê dê bihata vekirin, yek ji aktorên leşkerî ya herî bi kêr dihat hesibandin. Tevî vê yekê, PJAK’ê ne serhildaneke nû da destpêkirin û ne jî bi heman şêweyê ket kanala rêxistinên din ên Kurdên li Îranê. Malpera National Contextê vê yekê wekî “Îstisnaya PKK/PJAK’ê ya Îranê” pênase dike. Agirbesta ji sala 2011’yan û vir ve dewam dike, pergala jihevfêdekirinê ya dema şerê Sûriyê yê navxweyî û hesabên berfirehtir ên Qendîlê yên li ser herêmê kir ku di vê mijarê de ji komên din cihêtir tev bigere.
- Faktora Tirkiyê û maliyeta stratejîk a PKK’ê: Li gorî heman çarçoveyê, PKK’ê vekirina eniyeke li dij Îranê ya bi piştevaniya Îsraîl wekî eniyeke bi maliyet a ku wê pêvajoya bêçekbûn û hedanê ya bi Anqereyê re dide meşandin têxe rîskê hesibandiye. Gaveke bi vî rengî dikarîbû di heman wextê de him pergala cihêwaziyê ya bi Îranê û him jî kanala pêşîvekirina siyasetê ya bi Tirkiyê re bida sekinandin. Ji ber vê sedemê jî helwesta Qandîlê ya “pirsgirêk bi şer na, divên bi siyasetê bên çareserkirin” tenê wekî daxwazê nehat xwendin, herweha wekî îlana “neketina şer” a fiîlî jî hat xwendin.
- Nêzîkbûna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya bi tirs: Li gorî nûçeyên heman malperê, rêveberiya Hewlêrê bi awayekî eşkere nexwest Başûrê Kurdistanê bibe qada tevgereke li dij Îranê. Îdiayên li ser bêçekirina komên Kurdan ên li Îranê û planên operasyonên derveyî sînor li pêşberî raya giştî hatin înkarkirin. Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê da ragihandin ku wê tevî nav pevçûnên dirêjî nav axa Îranê nebin. Lewma jî nirxandinên dibêjin plan “di kêliya dawîn de hilweşiya” bêyî vê lidijderketina siyasî nikare bê fêmkirin.
Wekî encam: Tişta ku şer da fêrkirin û tifaka nehat damezrandin
Li gorî van jêderan, encama herî girîng a şer ev e ku “Hesabê li ser Kurdên li Îranê” ji hebûnê wêdetir, sînorên xwe yên pêkariyê daye nîşandayîn. Hedefgirtina Îsraîl û Amerîkayê ya li binesaziya ewlekariya Îranê, nîqaşên li ser îhtimalên şert û mercên serhildaneke herêmî da destpêkirin; bes vê yekê di heman katê de da fêmkirin ku sazkirina şert û mercan û sazkirina vekirina eniyeke fiîlî ya siyasî/leşkerî nebûne heman tişt. Lewma jî van xalên wekî kêmaniya qumandariya hevpar, neketina şer a PJAK’ê, tirsa PKK’ê ya nexwestiye pêvajoya bi Tirkiyê û têkîliya bi Îranê re bavêje nav rîskê û dûrsekinandina Hewlêrê ya berfirehkirina pevçûnan bû sedema ku “eniya li Rojhilatê Kurdistanê” ya li bendê bûn, neyê vekirin.


