SerupelÇandXavier Antich: Katalanî stûneke nasnameya neteweyî ye

Xavier Antich: Katalanî stûneke nasnameya neteweyî ye

Serokê Omnium Culturalê Xavier Antich di hevpeyvîna xwe ya di El Nacionalê de hat weşandin got, parastina katalanî ji bo parastina nasnameya neteweyî ya katalanî pêdivîyeke nebe nabe ye.

Zimanê katalanî stûneke bingehîn a nasnameya neteweyî ya katalan e û divê ji alîyê pergala dewletê ve zêdetir bê naskirin. Ev gotinên balkêş ji alîyê Xavier Antich ve di hevpeyvîna wî ya di rojnameya El Nacional de hat kirin. Xavier Antich serokê Omnium Culturalê ye ku sazîya herî naskirî ya çandî ya katalan e.

Alîyekî balkêş ev e, hevpeyîvna Antich di dema serdana Papa Leo XIV. a Îspanyayê de pêk hat. Berîya serdanê, kardînal kardinal Juan José Omella gotibû, Papa di serdana xwe de bi tenê çend peyvê katalanî bike wê bes be. Ev jî rastî aktîvîstên zimanê katalanî hatibû.

Antich di hevpeyînê de got, van gotinan tê wateya “êrişeke” li hemberî katalanî û katalanî ne tenê zimanekî herêmî ye lêbelê “zimanê yekta yê welatekî ye.” Herwiha wî da zanîn, her kesê tê serdana welêt divê rastîya zimanî ya li seheyê nas bike û bizanibe ku katalanî hêmaneke navendî ya nasnameyê ye.

Serokê Omnium Culturalê di hevpeyvînê de dîyar kir, katalanî di heman demê de hêmaneke sereke ya çand, dîrok û hebûna kolektîf e û temsîlîyeta ziman a di sazîyên fermî û bernameyên mezin de, ji bo prestîja civakî û hebûna ziman a siberojê giring e.

Xavier Antich meseleya ziman bi fikarên hîn berfirehtir ên derbarê qedera katalanî ve girê da. Wî bi gotinê xwe hişyar kir ku venasîna katalanî ya di perwerdeyê, qada kar, spor û platformên dîjîtal de rastî astengîyan tê û îspanyolî tevlî îngilîzî di wan qadan de dibe serdest.

Nîqaşa bi serdana Papa dest pê kir piştî vê hevpeyvînê zêdetir berfireh dibe û mafên ziman û venasîna çandî li Katalonyayê dibin mijarên sereke yên nîqaşê.