Li eyaleta Quebecê ya Kanadayê ku bi nasnameya xwe ya cihê û daxwazên xwe yên serxwebûnê tê nasîn, atmosferek nû ya siyasî ava dibe. Di mehên borî de piştgiriya ji bo Parti Québécois bi awayekî berbiçav zêde bû û partiya ku parêzvaniya serxwebûnê dike, di rapirsîyên dawî de ket pêşîya hemû reqîbên xwe yên federalîst. Rêveberiya partiyê ragihand ku heke ew di hilbijartinên payizê de biser bikevin, wê projeya serxwebûnê rasterast bixin meriyetê.Serokê partîyê di axaftinên xwe de teqez kiribû ku ew ê di dema desthilatdarîya xwe de careke din ji gelê Quebecê bipirsin ka daxwaza dewleteke serbixwe dikin an na.
Daxwaza serxwebûnê li Quebecê ne mijareke nû ye lêbelê encameke prosesa dîrokî ya dirêj e. Gelê Quebecê heta niha du caran ji bo diyarkirina çarenûsa xwe çûn ser sindoqan. Cara yekemîn di sala 1980î de referandûm hat lidarxistin û 60% gel ji bo yekitîya bi Kanadayê re dengên xwe bi kar anîn. Referandûma duyemîn a sala 1995an di dîroka cîhanê de bû yek ji dengdanên herî krîtîk. Di wê dengdanê de alîgirên serxwebûnê bi rêjeya %49.42 li hemberî %50.58î winda kirin û tenê bi cudahiya çend hezar dengan Quebec di nava sînorên Kanadayê de ma.

Ku der e Quebec?
Quebec hem bi dîroka xwe hem jî bi hêza xwe ya aborî û civakî ji eyaletên din ên Kanadayê cuda ye. Rûzemîna wê li derdora 1.5 milyon km2 ye û nifûsa wê 9 milyon e. Quebec yekane eyaleta li Kanada û hemû parzemîna Amerîkaya Bakur e ku zimanê wê fransî ye. Nêzîkî 80% civakê bi fransî diaxive û ev taybetî bingeha herî xurt a nasnameya neteweyî pêk tîne. Quebec bi saya çavkaniyên xwe yên dewlemend ên hîdroelektrîkê, pîşesaziya hewavaniyê û sektora teknolojiyê xwedî aboriyeke gelekî pêşketî ye. Aborîya xurt dikare bibe stûneke têkûz a serwerîya Quebece.
———————————-



