SerupelNûçePeymana Îran û Amerîkayê ket meriyetê

Peymana Îran û Amerîkayê ket meriyetê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 18’yê hezîranê de, li Qesra Versayê îmze avêt dokumana lihevkirinê ya ku wê şerê bi Îranê yê ji meha Sibatê û vir ve dewam dike, bi dawî bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îmze avêt peymana demkî ya ku wê şerê bi Îranê re bi dawî bike.

Trump dema xwarina tevî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li Qesra Versayê ya ku peymana aştiyê ya sala 1919’yan ji bo dawiyê li Şerê Yekemîn ê Cîhanê bîne hatibû îmzekirin, peymana demkî ya bi Îranê re îmze kir.

Rayedarên Amerîkayê ji çapemeniyê re diyar kirin ku peymana wekî “dokumana lihevkirinê” hatiye îmzekirin êdî ketiye metiyetê.

Dawiya hefteyê dokumana lihevkirinê ji aliyê Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û Serokê Meclîsa Îranê Mûhemmed Bakir Kalibaf ve bi awayê dijîtal hatibû îmzekirin.

Li aliyê din Serokêmarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî îmze avêt dokumanê.

Her çiqasî di peymanê de herdu welatan li hev kirine ku Tengava Hurmuzê wê bê vekirin jî, hîna ne diyar e bê Îran ji bo vekirina tengavê wê çi gavan bavêje.

Di çarçoveya peymanê de tê plankirin ku Tengava Hurmuzê ya bi mehan e hatiye girtin, bi awayê lezgînî ji nû ve bê vekirin. Di peymanê de hatiye qebûlkirin ku tedbîrên li ser petrola Îranê di demeke nêz de wê bên rakirin.

Tevî vê yekê mijarên nukleer û destkeftiyên aborî yên Îranê di muzakereyên pêş de wê bên nirxandin.

Xalên peymanê hun dikarin ji vê lînkê bixwînin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.