SerupelNûçeXalên pêşnûmaya peymanê ya Îran û Amerîkayê diyar bûn

Xalên pêşnûmaya peymanê ya Îran û Amerîkayê diyar bûn

Li gorî ajansa nûçeyan a Mehrê ya nîv-fermî ya Îranê, di pûşnûmaya ku Îran û Amerîkayê li hev kirine de, Tengava Hurmuzê wê bê vekirin û pereyên Îranê yên hatine desteserkirin, serbest wê bên berdan.

Medyaya Îranê pêşnûmaya peymanê ya ku tê payîn wê pevçûnên bi Amerîkayê re bi dawî bike da ragihandin. Pêşnûma ji 14 xalan pêk tê. Xalên pêşnûmayê weha hat rêzkirin:

  1. Lubnan jî di nav de, li hemû eniyan agirbest divê derhalê û bi awayê mayînde pêk were.
  2. Divê Amerîka soz bide ku wê dest navêje nav karên Îranê yên navxweyî û rûmetê bide mafên serweriyê yên Komara Îslamî.
  3. Dorpêçana deryayê ya heyî divê di nava 30 rojan de, bi temamî bê bidawîkirin.
  4. Amerîka soz bide ku wê hebûna xwe ya leşkerî ya li dora Îranê bide bidawîkirin.
  5. Tengava Hurmuzê di çarçoveya ku wê Îran diyar bike, di nava 30 rojan de, ji nû ve wê bê vekirin.
  6. Tedbîrên li ser firotina berhemên petrol û petrokimyayê divên bên rakirin û divê tu asteng tunebe ku Îran karibe xwe bigihîne çavkaniyên xwe yên aboriyê.
  7. Ji bo Îran ji nû ve bê avakirin, divê Amerîka û mutefîkên wê pakêteke piştevaniyê ya aboriyê ya ji 300 milyar dolaran pêk tê pêşkêş bikin.
  8. Bi armanca mijarên nukleer, rakirina hemû tedbîrên Amerîkayê, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û biryarên lijneya rêveberiya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî bên betalkirin, pêvajoyeke muzakereyê ya 60 rojan bê destpêkirin.
  9. Îran divê soza xwe ya di çarçoveya Peymana Pêşigirtina Berfirehkirina Sîlehên Nukler de wê sîlehên nukleer hilneberîne nû bike.
  10. Amerîka soz bide ku di pêvajoya muzakereyê de wê hebûna leşkerên xwe ya li herêmê zêde neke û tedbîrên nû ranegire.
  11. Di pêvajoya 60 rojan a muzakereyê de, 24 milyar dolar pereyên Îranê yên hatine desteserkirin divê serbest bên berdan; nêviyê vî pereyî divê beriya muzakere dest pê bikin serbest bên berdan.
  12. Ji bo şopandina pêkanîna peymanê divê mekanîzmayeke kontrolê bê sazkirin.
  13. Halê dawîn ê peymanê divê bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê pesendkirin.
  14. Halê dawîn ê muzakereyan; nêviyê pereyên hatine desteserkirin divê serbest bê berdan, tedbîrên li ser petrolê û dorpêçana deryayî divê beriya dest pê bikin bên rakirin. Halê dawîn ê peymanê; wê bi mijarên wekî madeyên hatine dewlemendkirin, faaliyetên dewlemendkirinê, rakirina tedbîran û ji nû ve avakirina aboriya Îranê ve bê bînorkirin. Li aliyê din, mijarên wekî bernameya fuzeyan û piştevaniya komên çekdar ên li herêmê ya Îranê, bi awayê misoger, wê ji rojeva muzakereyan bê derxistin.

Li gorî Mehrê diyar kir, vê pêşnûmayê ji aliyê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ve hatiye ragihandin. Piştî ji aliyê saziyên têkîldar ve bê nirxandin wê halê dawîn bidin pêşnûmayê.