SerupelNûçeParlamentoya Ewrûpayê: Tirkiye bi lez ber bi otorîterbûnê ve diçe

Parlamentoya Ewrûpayê: Tirkiye bi lez ber bi otorîterbûnê ve diçe

ParlamentoyaEwrûpayê rapora xwe ya nû ya derbarê Tirkiyeyê de qebûl kir. Di raporê de ji bo otorîterbûna zêde ya Tirkîyeyê hişyarî hat dayîn. Serweriya hiqûqê, mafên mirovan û azadiyên bingehîn sebeba vê hişyarîyê ne. Parlamento dibêje, hikumeta Tirkiyeyê qada dadweriyê ji bo armancên siyasî bi kar tîne. Rapor rexne li siyaseta derve ya Enqereyê û zêdegavîyên wê yên li Rojhilata Deryaya Spî jî dike.

Parlamentoya Ewrûpayê (PE) rapora xwe ya salane ya derbarê Tirkiyeyê de bi piraniyadengan qebûl kir. Parlamentoyê di rapora xwe de hişyariyek cidî li ser lawazbûna demokrasiyê û serweriya hiqûqê da Enqereyê. Rapora ku bi 381 dengên erê hate pejirandin, destnîşan dike ku Tirkiye tevî daxuyaniyên xwe yên li ser endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê, hîn jî nikare kêmasiyên bingehîn ên di warên mafên mirovan, azadiya çapemeniyê û pîvanên demokratîk de çareser bike.

Raportorê Tirkiyeyê yê PEyê Nacho Sanchez Amor doza li dijî Partiya Gel a Komarê (CHP) û rêveberên wê wekî nimûneya herî nû ya otorîterbûna dewletê pênase kir. Li gorî Amor, bikaranîna dadweriyê ji bo armancên siyasî nîşaneya herî eşkere ya lawazbûna piralîbûna demokratîk e. Amor got ku saziyên ewrûpî û gelek welatên endam li hemberî vê geşedanê bêdeng mane û ev bêdengî pêbaweriya Yekîtiya Ewrûpayê lawaz dike.

Nakokiyên herêmî

Li gel rewşa navxweyî, raporê bal kişand ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê. Parlamenterên Ewrûpayê tevgera Enqere ya li Rojhilata Deryaya Spî rexne kirin û daxwaz kirin ku helwesta xwe ya li hember Yûnanistan û Kibrisê nerm bike. Rapor dibêje ku PEyê “Mavi Vatan” ango “Welatê Şîn” wekî doktrîna siyasî ya ku nakokiyên herêmî kûrtir dike, dinirxîne. Di heman demê de, parlamenterên Ewrûpayê li dijî her tevgerên ku projeyên enerjî û deryayî yên herêmê asteng dikin, helwest nîşan dan.

Dûrketina ji Ewrûpayê

Her çend raporê girîngiya stratejîk a Tirkiyeyê ji bo NATO û Ewropayê qebûl bike jî, rexneyên wê li ser rêbaza siyasî ya Enqereyê gelek tund in. Li gorî belgeyê, rêjeya hevahengiya siyaseta derve ya Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewrûpayê re di sala 2025an de gihîştiye tenê 4 ji sedî û ev jî asta herî nizm a di dîroka têkilîyên her du alîyan de ye.

Parlamenterên Ewropayê her wiha fikarên xwe li ser nêzîkbûna Tirkiyeyê bi blokên wekî BRICS+ û Rêxistina Hevkariya Şanghayê re îfade kirin. Li gorî wan, beşdarbûna tevahî ya di van blokan de bi armanca endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê re lihev nayê.

Qebûlkirina raporê bandorê li muzakereyên endamtiyê ku niha hatine sekinandin nake. Tevî vê jî rapor peyameke siyasî ya zelal radigihîne: Parlamentoya Ewrûpayê bawer e ku Tirkiye her ku diçe ji pîvanên demokratîk dûr dikeve û ber bi modeleke otorîter a rêveberiyê ve diçe.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.