Îsland dema serxwebûna xwe ragihand, ji alîyê hiqûqa navneteweyî ve parçeyeke Denmarkê bû. Girav di 1262an de ketibû bin kontrola Norwêcê û di 1380an de jî bûbû parçeyeke Kralîyeta Denmarkê.
Elîtên xwende yên Îslandî ji sala 1814an û şûn ve fikra serxwebûnê li giravê belav kirin.Tevgera serxwebûnxwaz di salên 1850an de di bin lîderîya Jon Sigurosson de hêza xwe xurt kir.
Otonomîyeke dorteng
Denmark di 1874an de destûreke bingehîn û otonomîyeke dorteng a Îslandê qebûl kirin.Di sala 1918an de her du alî Qanûna Yekîtîya Denmark-Îslandê mor kirin. Îsland bi vê qanûnê dibû wekî dewletokeke di bin kontrolele sist a Taca Denmarkê de. Ev qanûn heta 25 salan hebûna xwe domand.

Brîtanya giravê dagir kir
Di 1940î de Denmark ji alîyê Almanyayê ve hat dagirkirin. Piştî vê, parlamentoya Îslandê Althing erkên parastina welêt û têkiliyên navneteweyî xist bin kontrola xwe. Lêbelê serwerîya giravê zêde berdewam nekir û di heman salê de Brîtanyayê bi mebesta li Atlantîkê rê li Almanyaya Nazî bigire, Îslandê dagir kir.

Referandûma serxwebûnê
Îsland ber bi bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, di 20ê gulana 1944an de referandûma serxwebûnê li dar xist. Serxwebûna welêt bi rêjeya ji % 95ê welatîyan ve hat qebûlkirin. Di 17yê hezîrana heman salê de Îsland wekî komareke demokratîk serxwebûna xwe ragihand Svein Bjornsson bû serokê welêt.



