SerupelNûçeParlamentoya Tirkiyeyê reşnivîsa qanûna çarçoveyê qebûl kir

Parlamentoya Tirkiyeyê reşnivîsa qanûna çarçoveyê qebûl kir

Parlamentoya Tirkiyeyê reşnivîsa "Qanûna Çarçoveyî ya Xurtkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî" ku ji 12 madeyan pêk tê, bi 468 dengên "erê" û 88 dengên "na" qebûl kir, ku di dengdanê de dabeşbûneke berbiçav di nav rêzên mixalefetê de derket holê. Ev qanûna ku wekî bingeha hiqûqî ya pêvajoya nû ya navbera dewlet, Ocalan û DEM Partiyê tê dîtin, ji bo ku bikeve meriyetê li benda rapora tespîtê ya MIT û MGKê ye ku bidawîbûna hebûna PKKê erê bikin.

Qanûna Çarçoveyî ya bi navê Xurtkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî ku bi 367 îmzayan pêşkêşî Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê hatibû kirin, piştî nirxandina di Komîsyona Edaletê de, di parlamentoyê de derbasî dengdanê bû. Piştî temamkirina nîqaşan li rûniştina giştî de, pêşniyazqanûn didengdanê de hat qebûlkirin.

Di dengdana vekirî de bi tevahî 561 parlamenter beşdar bûn. Ji 592 parlamenterên meclisê 31 parlamenter beşdarî dengdanê nebûn. Encamên dengdanê bi vî awayî ketin qeydan:

Erê: 468 deng

Na: 88 deng

Bêalî: 6 deng

Helwesta tevlîhev a mixalefetê ya di dengan de balê kişand. Di nav Partiya Nû de deng dabeş bûn; 54 parlamenterên dengê “na” û 35 parlamenteran dengê “erê” dan. Hemû 29 parlamenterên Îyî Partiyê li dijî reşnivîsê rawestiyan û dengê “na” dan. Ji CHPyê jî 29 parlamenteran dengê “erê” û 2 parlamenteran dengê “na” bi kar anîn.

Pêşniyaza ku ji 12 madeyan pêk tê, ji bo ku bikeve meriyetê şertê erêkirina ji alîyê Konseya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û weşandina biryara wê di rojnameya fermî de dihewîne. Qanûn wê piştî rapora teyît û tespîtê ya MGKê ji aliyê serokomar ve were erêkirin û bikeve meriyetê.

Paşxaneya Siyasî ya qanûnê

Qanûna “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî “tevî ku wekî bingeha hiqûqî ya pêvajoya nû di navbera dewlet, Ocalan û DEM Partiyê de tê pênasekirin jî, ji aliyê naverok û armancê ve rastî rexneyên kûr tê.

Konsepta ewlehiyê ya dewletê

Şirovekar û mixalîf destnîşan dikin ku dewlet di vê metnê de çarçoveya çareseriyê tenê bi bêçekkirin û rawestandina dozan re bisînor dike, lê statû û garantiyên destûrî yên kurdan paşguh dike. Ji bo ku proseya qanûnî bimeşe, berî her tiştî divê MIT û saziyên ewlehiyê bidawîbûna hebûna PKKê tespît bikin û ev biryar ji aliyê MGKê ve were pejirandin. Ev yek nîşan dide ku dewlet diyalogeke siyasî esas nagire û pêvajoyê di bin kontrola konsepta ewlehiyê de dimeşîne.

Tunebûna efûya giştî û helwesta DEM Partîyê

Di naveroka metnê de efûyeke giştî ya siyasî an jî naskirina fermî ya nasnameya kurdan tune ye. Di dewsa vê de, pergaleke rawestandina bişert a cezayan (ji bo cezayên heta 15 salan bo 5 salan, ji 15 salan zêdetir bo 10 salan) tê amadekirin. Li aliyekî din ve, lezgîniya DEM Partiyê ya di îmzakirina vê metnê de ku tê de tu garantiyên destûrî yên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê, xwerêveberî û rakirina pergala qeyûman tune ne, dibe sedema rexneyên tund.