SerupelCivakFLNC: Biyanîno û kolonyalîstno, vegerin malên xwe

FLNC: Biyanîno û kolonyalîstno, vegerin malên xwe

Rêxistina alîgirê serxwebûna Korsîkayê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Korsîkayê (FLNC), di salvegera 50yemîn a avabûna xwe de daxuyaniyeke radîkal weşand. Daxuyaniya vîdeoyî û nivîskî ya ku rasterast ji aliyê rêxistinê ve hate şandin, ewilî ji aliyê rojnameya herêmî ya navdar Corse-Matin ve hate weşandin. Weşandina vê daxuyaniyê Korsîka û bûn rojeva sereke û nîqaş li ser hatin kirin.

FLNCyê di peyama xwe de siyaseta Parîsê ya li ser giravê wekî “çewsandina kolonyalîst” pênase kir û destnîşan kir ku statûya autonomiyê ya ku ji aliyê hikûmeta Fransayê ve di bin navê “pêvajoya Beauvau” de tê pêşniyazkirin, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Rêxistinê ragihand ku rêveberiya navendî hewl dide daxwazên resen ên gelê Korsîkayê tune bihesibîne û got ku autonomiya heyî berhemeke xapînok e. FLNCyê her wiha bal kişand ser guherîna demografîk û koçberiya ji Fransayê û diyar kir ku ev rewş çand û zimanê giravê dixe bin metirsîyeke mezin.

Di daxuyaniyê vê peyameke rasterast hat dayîn:

“Korsîka xaka me ye. Biyaniyo û kolonyalîstno, vegerin malên xwe!”. Piştî vê daxuyanîya tund ku ji alîyê mîlîtanên çekdar ve hat xwendin, dozgeriya Fransayê ya li dijî-terorê di cih de lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.

Têkoşîna 50 Salan FLNCyê  

Ev helwesta tund û nû ya FLNC’yê piştî pêvajoyeke guherînê ya kûr a di nav rêxistinê de pêk hat. Rêxistina ku di 4ê gulana 1976an de bi manîfestoyeke dijî kolonyalîzma Fransayê hatibû damezrandin, bi salan li dijî hedefên leşkerî û aborî yên Fransayê çalakîyên çekdarî meşandibû. FLNCyê doza mafê diyarkirina qederê, reforma axê û naskirina neteweya Korsayê dikir.

Lêbelê, di pêvajoyên berê de FLNCyê daxuyandibû ku ew dixwazin mînakên tevgerên mîna IRA û ETAyê bişopînin û bi rêya bêçekbûnê gav bi gav ber bi legalbûnê ve biçin. Rêxistinê hewl dabû ku parastina serdestiya Korsîkayê zêdetir bi amûrên siyasî û demokratîk bimeşîne. Lêbelê naskirina statuya zimanê korsîkî û statûya otonomomîyê ku ji aliyê Parlamentoya Korsîkayê ve hatibû daxwazkirin, ji aliyê Fransayê ve nehate bicihanîn.

Redkirina van daxwazan ji aliyê Parîsê ve, biryara “pêvajoya Beauvau” xitimandibû û bû sebem ku FLNC di salvegera xwe ya 50yemîn de careke din peyamên tund ên çekdarî belav bike.