Nuqteyên giring
- SpaceX bi nirxê 135 dolarî îro dest bi firotina parên xwe kir.
- Şîrketê ji bê hemleyê zêdetirî 75 milyar dolar sermaye kom kir.
- Nirxa bazarê ya SpaceX gihîşt gihîşt 2 trîlyontrîlyon dolaran.
- Elon Musk bi vê gavê bû yekem kesê ku serwetawî gihîşt trîlyonek dolaran.
Şirketa fezayê ya Elon Musk, SpaceX, roja îro bi awayekî dîrokî dest bi bazirganiya parên xwe li Nasdaqê kir. Şîrketê parên (hîse) xwe di destpêka danûstandinê de bi 150 dolarî vekirin. Piştî demek kurt, nirxê wan zêdetir bû û gihîşt 172 dolaran. Ev zêdebûna nirxê nîşan dide ku daxwaza veberhêneran ji bo parên şirketê pir bilind bû.
Parên ku SpaceX pêşkêşî rekora mezin a borsayê şikand. Şîrketê di demeke kurt de ji firotana parên xwe 75 milyar dolar pere qezenc kir. Ev jî ji bo borsayeke Amerîkayê bê rekoreke dîrokî. Rekora berê ya herî mezin di destê Saudi Aramco de bû ku di sala 2019an de 29.4 milyar dolar kom kiribû.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, nirxa giştî ya SpaceX nêzîkî 1.77 trîlyon dolar dihat belavkirin jî gihîşt derdora 2 trîlyon dolaran. Bi vê nirxê, şirket di nav 10 şirketên herî mezin ên Wall Streetê de cih girt û ji hin navên mezin wek Tesla, Meta û Walmartê derbastir dike.
Li gorî texmînên dawî, serweta Elon Musk berî ketina SpaceX bo borsayê 782 milyar dolar bû. Piştî vê hemleya borsayê serweta Musk jî gihîşt 1 trîlyon dolarî û Musk bû trîlyonerê yekemîn ê cîhanê.
Derbarê SpaceXê de
SpaceX ji alîyê karsazê amerîkî Elon Musk ve di 2002an de hat damezrandin. SpaceX di demeke kurt de bû şîrketa ewil ku li derveyî dewletê keştîyeke fezayê şand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî. Paşê, Space X astronatan şand heman îstesyonê û di vî warî de jî bû şîrketa yekemîn. Îro SpaceX di xebatên fezayê de, bi taybetî jî di warê xebata roketan, torên satelîtan û projeyên teknolojîyê yên pêşketî de yek ji şîrketa herî li pêş a cîhanê ye.



