NATO 36’emîn lûtkeya xwe ya serokên dewlet û hikûmetan li paytext Anqere ya Tirkiyê li dar dixe. Lûtkeya di 7’ê Tîrmehê de dest pê dike 8’ê Tîrmehê jî wê dewam bike.
Tevî serokên dewlet û hikûmetên 32 welatan, nêzî 100 wezîrên karên derve û parastinê û nûnerên saziyên navneteweyî jî wê beşdariya lûtkeyê bikin.
Li pêyî lûtkeya sala 2004’an Tirkiye dibe cara duyemîn malovaniya NATO’yê dike.
Ji nav beşdaran herî zêde serokê Amerîkayê Donald Trump balê dikişîne ser xwe. Trump bi girseyeke nêzî hezar kesan beşdariya lûtkeyê dike.
Li aliyê din, tevî ku welatên wan ne endamên NATO’yê ne jî, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ahmed Şara û serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky jî hatine vexwendin.
Rojeva sereke ya lûtkeya li Anqereyê zêdekirina xerckirinên parastinê yên NATO’yê, xurtkirina hilberîna sanayiya parastinê, çavtirsandina Rûsyayê, piştevaniya Ûkraynayê û pîlansaziya leşkerî ya pêşerojê ya tifaqê ye.
Di lûtkeyê de tê payîn wê li ser nexşerêya pêkanîna hedefên ku di sala 2005’an de hatibûn qebûlkirin were sekinandin û ji bo zêdetir pereyan veqetînin wê zorê bidin mutefîkên Ewrûpayî.
Lewre ji demeke dirêj ve ye li Ewrûpa-Atlantîkê fikarên ewlekariyê hene. Şerê ku Rûsyayê di sala 2022’yan de li Ûkraynayê da despêkirin, xurtbûna Çînê ya stratejîk û bêîstikrariya Rojhilata Navîn a ji ber şerê ku Amerîka û Îsraîlê li dij Îranê da destpêkirin wekî mijarên giring derdikevin pêş.
Beriya lûtkeyê, li seranserê Anqereyê tedbîrên tund hatin ragirtin. Gelek rê ji bo lûtkeyê ji welatiyan re hatin girtin.
Tevî van tedbîran, zext li muxalifan tê kirin. Di vê çarçoveyê de li seranserê Anqereyê protesto hatin qedexekirin. Operasyona ku Wezareta Karên Navxweyî wekî “Operasyona Turkuazê” pênase kiribû û ji serê sê mehan ve ye dabû destpêkirin, di rojên dawîn de, nişteciyên Anqereyê ji canê wan bêzar kiriye. Ji bo ewlekariyê, nêzî 50 hezar polîs, 7.500 cenderme û 650 pisporên ewlekariya sîberê hatine wezîfedarkirin.
Tevî vê yekê, heta ku parlemana Tirkiyê jî hat betalkirin. Biryar hat dayîn ku parleman di 7, 8 û 9’ê Tîrmehê de kar neke.
Piraniya wan endamên saziyên sivîl, bi sedan kes û hin rojnameger hatine binçavkirin. Tevî ku bi awayê eşkere nayê gotin jî, hikûmet naxwaze protestoyeke li dij NATO’yê pêk were. Lewma jî, polîsan bi awayê tund mudaxelaya protestoya 5’ê Tîrmehê kirin. Gelek kes hatin birîndarkirin û gelek kes jî hatin binçavkirin.


