SerupelNûçeFIFA 2026: Îspanya bi ser ket, Portûgal vegerîya malê

FIFA 2026: Îspanya bi ser ket, Portûgal vegerîya malê

Îspanya di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de astengîya Portûgalê derbas kir.Tîma îspanî bi golekê Portûgalê têk bir û gihîşt fînala çaryekê. Gola serkeftinê di deqeya 90+1'an de ji aliyê Mikel Merino ve hate avêtin. Bi vê encamê, Îspanya derbasî qonaxa pêş bû û Portûgal vegerîya mala xwe.

Cengiz Demirtaş 

Di qonaxa 16’an a Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026’an de, encama yek ji pêşbirkên herî balkêş ku temaşevanên futbolê li bende bûn dîyar bû. Di derbîya Îberî de tîma neteweyî ya Îspanyayê bi encama 1–0 Portûgalê têk bir û bilêta qonaxa fînala çaryekê bi dest xist.

Di nîvê yekem ê maçê de, her du tîman jî stratejiyeke baldar û kontrolkirî meşandin. Têkoşîna li navenda qadê bû xala sereke ya lîstikê. Portûgala ku Cristiano Ronaldo lîstikvanê wê ya sereke bû, gelek hewl da ku bigihîje golê, lê xeta parastinê ya Îspanyayê rê neda tu xetereyan. Nîvê yekem bi wekheviya bêgol (0–0) bi dawî bû.

Di nîvê duyem de jî hevsengî heta deqeyên dawî nehat xera kirin. Lêbelê, di deqeya 91an a dema zêdekirî de (90+1), lîstikvanê paşê ketibû maçê, Mikel Merino, gog şand nav torên Portûgalê. Piştî vê golê, Portûgalê ji bo gihîştina gola wekheviyê bi taktîkên xeternak hemû rîsk girtin, lê parastina bi dîsîplîn a Îspanyayê hewlên wan pûç kirin.

Bi vê encamê, Îspanya mafê beşdarbûna qonaxa fînala çaryekê ya Kûpaya Cîhanê bi dest xist û Portûgala ji turnûvayê hat derxistin. Ev pêşbirk, ku bi tempoeke bilind û asta bilind a têkoşînê hat lîstin, ji aliyê gelek temaşevanan ve wekî yek ji maçên herî bîranînbar ên turnûvayê hate nirxandin.

Reqabeta futbolê ya 100 salan

Pêşbirka di navbera Îspanya û Portûgalê de ku bi navê Derbiya Îberî jî tê nasîn, yek ji reqabeta herî navdar a furbola cîhanê ye. Yekem maça navbera van her du tîman di 1921an de li Madrîdê hate lîstin. Di wê pêşbirkê de Îspanya bi encama 3–1 bi ser ket.

Ji wê demê û vir ve, her du tîm bi dehan caran hatin pêşberî hev. Bi tevahî 42 maç hatin lîstin û Îspanya 18 caran bi ser ket. Portûgal 6 caran bi ser ket û 18 pêşbirk jî bi wekhevî bi dawî bûne. Her du tîm ji salên 1980î ve di nav tîmên herî hêzdar ên cîhanê de cih digirin. Îspanya û Portûgal di nava 10 tîmên herî baş ên cîhanê de ne.

Hêjayî gotinê ye, Îspanya, Portûgal tevlî Fasê (Marok) wê mêvandariya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2030 bikin.