SerupelNûçeÇînê li Okyanûsa Pasîfîkê ceribandinek balîstîk kir

Çînê li Okyanûsa Pasîfîkê ceribandinek balîstîk kir

Artêşa Çînê li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê ceribandina moşekeke balîstîkê kir. Artêşê ji noqaveke xwe ya bi enerjiya nukleerî dixebitî, fuzeyeke balîstîk a dûravêj berda. Çînê çend saet berîya vê testê welatên li herêmê agahdar kir. Ceribandina Çînê di nava welatên herêmê de,  bi taybetî jî li Awistralya û Zelandaya Nû bû sebeba fikarên mezin.

Ceribandina dawî ya balîstîk a Çînê nîşaneyeke eşkere ye ku mîlîtarîzasyona Okyanûsa Pasîfîk derbasî qonaxeke nû dibe. Okyanûsa Pasîfîk ku bi dehan salan wekî herêmeke aram û tûrîstîk dihat naskirin, niha veguheriye qada serekî ya pêşbaziya di navbera DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), hevalbendên wê û Çînê de.

Awistralya û Zelandaya Nû ceribandina balîstîk a Çînê rexne kirin. Hikumeta Zelandaya Nû got ku beriya ceribandinê hate agahdarkirin û bal kişand ku fuze li Herêma Azad ji Çekên Nukleer a Okyanûsa Pasîfîk a Başûr hate avêtin. Wezîrê Karên Derve Winston Peters got ku tevî fikarên berê yên welatê wî, Çîn ceribandin pêk anî. Di heman demê de, Wezîra Karên Derve ya Awistralya Penny Wong jî got ku Canberra vê ceribandinê wekî gavekî ku îstiqrara herêmê xera dike, dinirxîne.

Welat û sê komên giravên li başûrê Pasîfîkê/Nexşe: Edmund1234, CC BY-SA 4.0

Mîlîtarîzasyona Pasîfîkê

Çîn di salên dawî de fîloya xwe ya noqavên nukleerî bi lez mezin dike. Ev pêngav ne tenê ji bo parastina sînorên wê ye, di heman demê de ji bo nîşandana hêzê ye li qadên ku wekî “herêma di bin bandora Amerîkayê de” tên dîtin.

Li dijî vê hewldana Çînê, welatên herêmê mîna Awistralya, Zelandaya Nû û giravên Pasîfîkê (wekî Fîjî) peymanên leşkerî yên nû çêdikin. Hevpeymaniya AUKUS (Awistralya, Brîtanya, DYA) ku armanca wê biçekkirina Awistralyayê ya bi jêrderyayên nukleerî ye, mînaka herî mezin a vê mîlîtarîzasyonê ye.

Dewletên giravî yên li Pasîfîkê, ku bi piranî bêçek in û fikarên wan ên herî mezin guherîna avhewayê ye, niha xwe di navenda şerekî sar û sîstematîk de dibînin. Ev ceribandin nîşan dide ku herêm êdî ji pênaseya “herêma bê-nukleer” dûr dikeve.