SerupelÇandLi diyasporayê mertalê li dijî asîmîlasyonê: Hîndekarîya kurdî li Swîsreyê

Li diyasporayê mertalê li dijî asîmîlasyonê: Hîndekarîya kurdî li Swîsreyê

Li bajarê Zurichê yê Swîsreyê, sala hîndekariya kurdî ya 2025-2026an bi şahiyekê bi dawî bû. Komeleya Hîndekariya Kurdî ku ji sala 2008an ve bi dildarî xebatên xwe dimeşîne, îro li kantonên mîna Bern, Baselland, Baselstadt, Luzern û Zurichê dersên kurdî dide zarokan. Bi saya hevkariya Wezareta Çandê û Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê, 21 pirtûkên dersê yên pedagojîk hatine amadekirin û mamosteyên kurd sertîfîkayên fermî werdigirin. Ya herî girîng jî, notên ku zarok ji dersên kurdî distînin, derbasî ser bawernameyên dibistanên swîsrî dibin.

Hesen Huseyîn Deniz

Roja şemîyê li bajarê Zurichê yê Swîsreyê bi şahiyeke girseyî sala hîndekariya kurdî ya 2025-2026an bi dawî bû. Şagirtên xwendegehê û malbatên wan li kêleka çemê Lîmatê hatin ba hev û şahî li dar xistin, hozan Yadîgar jî bi stranên kurmancî û soranî dengê xwe da şahiyê.

Li xwendegeha Kurdî ya Zurichê 45 şagirt wek çar polan tev li hîndekariyê dibin; du pol ji van asta berî xwendegehê, polek asta jêrîn û polek jî asta navîn e. Şagirtan hefteya borî ji destê mamosteyên xwe bawernameyên xwe stendin. Paşê, wê bawernameyên kurdî bibin ji mamosteyên xwe yên xwendegeha swîsrî re. Mamosteyên swîsrî wê nirxa li ser bawernameya kurdî derbasî ser bawernameya almanî bikin û ev yek ji bo şagirtên tev li hîndekariya kurdî dibin xaleke girîng e û alîkariya pêşketina wan dike. Ji bo wê hatina xwendegeha kurdî ji bo şagirtan erênî ye. Ew li xwendegeha kurdî hînî zimanê dayikê, çanda welêt û erdnîgariya Kurdistanê dibin, bi vê yekê ew baweriya takekesî xurt dikin, nasname û kesayeteke kurdî digirin û bi vê yekê serbilind û xwebawer dibin. Şagirtên tev li hîndekariya kurdî dibin, di dersên xwe yên swîsreyî de jî bi ser dikevin û bi pêş de gav diavêjin. Gava li xwendegeha kurdî zimanê dayikê bi pêş de dibin, vê yekê ji xwe re dikin bingeh, pir û pêlik, ku zimanên din ên wek almanî, fransî, îtalî û ingilîzî leztir fêr bibin, zimanan bidin ber hev û çêtir têbigihêjin.

Hin kursên Komeleya Hîndekarîya Kurdî/Kurdisch.ch

Xebateke dildarî ya 18 salan

Hîndekariya kurdî ya li Swîsreyê ji aliyê Komeleya Hîndekariya Kurdî ve tê birêvebirin. Ev komele ji sala 2008 an ve li gelemperiya Swîsreyê dersên kurdî dide zarok û mezinan. Armanca komeleyê bi awayekî bêalî hîndekariya ziman û çanda welêt bigihîne zarokên kurdan. Ji ber vê yekê komele ji aliyê olî û siyasî ve bêalî û azad e, bi ti partî, rêxistin, sazî, dewlet û hêzê ve ne girêdayî ye, ji ti derê alîkariyeke madî-diravî nastîne, bi tevayî ji aliyê kesên dildarên zimanê kurdî ve tê birêvebirin, çi mamosteyên wê, çi rêvebiriya wê bi dildarî kar û xebatên hîndekariyê dikin.

Komeleya Hîndekariya Kurdî di sala 2014an de li Kantona Zurichê, 2015an de li kantona Bern û Baselê û piştre li gelek kantonên din ên Swîsreyê fermiyeta hîndekariya kurdî bi dest xistiye. Ew hîndekariyê li dibistanên seretayî yên kanton an şaredariyên swîsrî bi rê ve dibe. Gava li cih û warekî zêdeyî 15 zarokî werin qeydkirin komeleya hîndekariya kurdî poleke dersdayînê li xwendegeheke nêzî navnîşana zarokên serlêdan kirine ji şaredariyê dixwaze û ew vê yekê bi cih tînin. Piştre zarok dikarin li wê polê tev li dersên kurdî bibin.

Bawernameyeke Swîsreyê ku kurdî jî tê de heye

Binesazîya ji bo perwerdeyê: 21 pirtûkên pedagojîk

Bi sedema  xurtkirin û baştirkirina hîndekariyê, Komeleya Hîndekariya Kurdî bi hevkariya Instîtuya Kurdî ya Swîsreyê û bi koordînekirina Xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê û Wezareta Çandê ya Swîsreyê ji asta berî xwendegehê heta asta jorîn bi tevayî 21 pirtûkên hîndekariyê amade kiriye. Ev pirtûk di qada xwe de li diyasporayê rêzepirtûkên yekemîn ên pedagojîk, dîdaktîk û hemdem in. Ji bo her saleke hîndekariyê du pirtûk hatine amadekirin. Pol bi pol li gor asta şagirtan pirtûkên dersan bi awayekî hevsengê sazûmana hîndekariya zimanê dayikê û çanda welêt hatine nivîsîn û pirtûkek jî ji bo xwepêşdebirina mamosteyan bi nave Rêbera Hînkirina Kurdî  hatiye amadekirin. Bi vî awayî mamosteyên kurdî bê ku zehmetiyê bikişînin, dikarin li ser van pirtûkan dersên kurdî bi rê ve bibin. Ji ber ku pirtûk di destê zarokan de jî hene, ev yek xwebawerî û pêşketina zarokan bilindtir dike. Wekî din bi navê kurdisch.ch û pirtuk.ch, malperên xizmeta kurdî didin û xebatên Komeleya Hîndekariya Kurdî didin nasîn hene. Kesên hewcedar dikarin li ser van malperan pirtûkan bikirin, zaroka xwe qeyd bikin an ji bo hînbûna xwe, xwe li kurseke kurdî binivîsin.

Ji 2008an û vir ve kantonên ku kursên Komeleya Hîndekarîya Kurdî lê hatine vekirin

Li kîjan kantonan kurdî tê dayîn?

Di salên borî de li gelek kanton û bajaran hîndekarî ji aliyê komeleyê ve hat birêvebirin, wek mînak, li Cenev, Lozan, Bern, Luzern, Aarau, Schafhausen, St.Gallen, Chur, Baselstadt, Pratteln, Muttenz, Rheinfelden, Chur, Frauenfeld û Zurichê kursên kurdî bi awayekî fermi hatin vekirin û bi sedan zarok tevlî van kursan bûn. Îroj jî ev xizmeta dildarî li kantonên Bern, Baselland, Baselstadt, Luzern û Zurichê bi tevlêbûna nêzî sed zarokî ji aliyê deh mamosteyan ve tên birêvebirin.

Kurdî di sîstema fermî ya Swîsreyê de

Koordinasyona Komeleya Hîndekariya Kurdî salê du caran beşdarî konferansa Hîndekariya Zimanê dayikê dibe. Mamosteyên komeleya hîndekariya kurdî li xwendegeha Bilind a Pedagojî ya Zurichê tev li dersên pedagojîk dibin û sertîfîkaya mamostetîyê digirin. Bêguman ev fermiyet ji bo kurdan xezîneyeke bêhempa ye û divê kurd li deriyê vê xezîneyê bidin û ji bo zarokên xwe jî ji dewlemendiya hîndekariya kurdî sûd bigirin. Kurdî ji bo kurdan ne tenê nasname, ava jiyanê ye. Li diyasporayê mirov tenê dikare bi xwedîderketina li zimanê dayikê û çanda welatê xwe ji asîmîlasyon û tinebûnê xwe û zarokên xwe biparêze. Komeleya Hîndekariya Kurdî vê derfet û xizmetê bi dildarî radixîne bin xizmeta zarok û malbatên kurd.

Gotar di heman rojê de di Infowelat de jî hatîye weşandin. 

To read the article English please click on this link 

—————————-

Hesen Huseyîn Denîz

2007an de li Swîsreyê dest bi xebatên zimanê kurdî kir. Li gelek kantonan kursên ziman ji bo zarok, ciwan û mezinan vekirin ûhîndekarîya kurdî li Swîsreyê da fermîkirin. Gelek pirtûkên hîndekari yên kurdî nivîsî. Ji bilî yên hîndekarîyê, bi dehan pirtûkên wekî roman, çîrok û helbest nivîsîne û çîrokên zarokan wergerandine kurdî. Deniz, rêvebirê Komeleya Hîndekari ya Kurdî ye û endamê Instîtuta Kurdî-Swîsre û yê Pena Kurd e.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.