SerupelCivakKaresata li Venezuelayê: Nêzîkî 1.000 kes mirin, 50.000 kes winda ne

Karesata li Venezuelayê: Nêzîkî 1.000 kes mirin, 50.000 kes winda ne

Li Venezuelayê piştî her du erdhejan 1,000 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50,000 kes hîn winda ne. Erdhejê bandorê li jîyana 7 mîlyon mirovan kir Li herêmên mîna La Guaira û paytext Caracasê hilweşîneke mezin heye û ji ber derengmayîna alîkariyê gel li hemberî rêveberîyê hêrs e.

Nuqteyên Giring

Hejmara miriyan: Heya niha herî kêm 1,000 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Mirovên winda: Li gorî zanyariyên Neteweyên Yekbûyî (NY), zêdetirî 50,000 kes winda ne.

Kesên erdhej bandorê li wan kir: Tê texmînkirin ku karesatê bandor l 6.76 mîlyon mirovî kirîye (2 mîlyon ji wan li paytext Caracasê ne).

Hilweşîn: Li bajarokê Catia La Mar, analîzên satelaytê nîşan didin ku %31.5ê avahiyan hilweşiyane an zirar dîtine.


Piştî du erdhejên tirsnak û li pey hev ku li Venezuelayê qewimîn, bîlançoya karesatê giran dibe. Li gorî agahiyên dawî, hejmara mirîyan nêzîkî hezarî bûye û tirs heye ku ev hejmar bi awayekî berçav zêde bibe. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku salox ji zêdetirî 50 hezar kesan nayê girtin û tîmên rizgarkirinê di şert û mercên pir dijwar de li windahîyan digerin.

Li herêmên ku herî zêde zirar dîtine, mîna bajarê peravê La Guaira û derdora paytext Caracasê, hilweşîneke mezin heye. Malbat û dilxwaz bi destên xwe kavilan radikin da ku xizmên xwe rizgar bikin. Serdana seroka demkî Delcy Rodriguezê ya ji bo taxên wêranbûyî, rastî nerazîbûn gel hat. Welatiyan hikumet bi bêdengî û bêçaretiyê tawanbar kir.

Ev erdheja herî xerab a sedsalê ya li Venezuelayê, di demekê de çêbû ku welat deh sal in di nava hilweşîna aborîyê de bû. Bi taybetî ji ber krîza aborîyê, hejmara personelên li nexweşxaneyan dixebitin têr nake. Li alîyekî din, piştî revandina serokê welêt Nicolas Maduro ji alîyê Amerîkayê ve, welat di qonaxeke veguhastina siyasî ya pir hesas re derbas dibe.

Saziya Koçberiyê ya NY (IOM) û Microsoft AI ji bo tespîtkirina herêmên herî zirar dîtine analîzên satelaytê bi kar tînin da ku alîkariyên lezgîn bigihînin cihên rast. Heya niha tîmên rizgarkirinê yên zêdetirî 17 welatan, di nav de Îspanya, Kolombiya û Meksîka jî hene, gihîştine Venezuelayê. Herwiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tîmeke pispor a ji 250 kesan û kûçikên perwerdekirî şandine herêmê da ku di nava kavilan de li zindiyan bigerin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.