Hejmara 52em a e-kovara Kurdistanê hat weşandin. Hejmara dawî bi giranî ji nivîsên li ser dîroka têkoşînê û polîtîkayê ya bi Kurdistanê re eleqeder in pêk tê. Çareserîya ji bo meseleya ziman û modela konfederalîzmê Swîsreyê nivîsên beşa cîhanê yê hejmara dawî ne.
Windahîyên gerîla û sivîl ên di şerê PKK û dewleta tirk de tevlî grafîkekê bûye mijara nivîsekê. Serhildana 1961an a li başûrê Kurdistanê û nûçe-analîza li ser rexneya xurt a Firat Aydinkaya ya li ser guherîna konsepta kolonyalîzmê ya PKKê du nivîsên beşa Kurdistanê ne. Nivîsa li ser Mehdî Zana ku şaredarê berê yê Amedê bû û kurtedemek berê wefat kir, di heman beşê de hatîye weşandin.
Kovar di vê hejmarê de jî cî daye modelên demokratîk ên xwerêvebirinê.Nivîsa li ser qanûneke ziman a Kanadayê ku dawî li alozîyê anîye û gotara derbarê Kantona Appenzell Innerhodenê de du nivîsên di vê beşê de hatine weşandin.
Kurdistan e-kovareke Infowelat e ku ji 15 rojan carekê tê weşandin. E-kovar ji sala 2023an û vir ve tê weşandin.
Nivîsên hejmara 52. a e-kovarê
- Bîlançoya 50 salan: Nêzîkî 40 hezar gerîla û sivîl ji bo Kurdistanê canê xwe dan
- Firat Aydinkaya: Sîyaseta sivîl hat dewletîkirin, Kurdîtiya antî-kolonyal têk çû
- Şoreşa Îlonê ya 1961ê serhildaneke berfireh a ji bo serwerîyê bû
- Mehdî Zana yekemîn şaredarê welatparêz ê Amedê wefat kir
- Çawa wekhevîya zimanan li Kanadayê bû stûna aramîya welêt?
- Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Appenzell Innerhodenê



