Di 17ê îlona 1948 de, piştî pênc rojên operasyona leşkerî ya bi navê “Operation Polo”, Nîzamê (rêveber) Hayderabadê teslîm bû û dewleta wî ket nava Yekîtiya Hindistanê. Ev bûyer di dîroka Hindistanê de wekî yek ji gavên dawî yên yekbûnê tê naskirin. Lê 78 sal piştî vê rojê, li Eyaleta Telanganayê hîn jî li ser wateya vê rojê nîqaş didomin.
Dewleta Hayderabadê ku ji aliyê Nizamê dawî ve dihat rêvebirin, mezinê dewletên mîrê yên Hindistanê bû. Qada vê dewletê 82.698 mîl çargoşe bû ligel Telanganayê, pênc navçeyên Maharaştra û sê navherêmên Karnatakayê digirt nava xwe. Nifûsa wê nêzî 16 milyin bû. Ji wan nêzî 85 ji sedî hîndû û zêdetirî 10 ji sedî misilman bûn.
Piştî serxwebûna Hindistanê di 1947 de, Nizam Mir Osman Ali Xan xwest ku Hayderabad wekî dewleteke serbixwe bimîne. Wî ne digel Hindistanê û ne jî digel Pakistanê peymana yekitîyê îmze kir. Di heman demê de, hêzên mîlîsên herêmî (Razakar) û tevgerên gundîyan rewşa navxweyî xerabtir kirin. Di 13 îlona 1948 de, hêzên Hindistanê bi Operation Polo dest bi dagirkirina Hayderabadê kirin.
Hêzên çekdar ên dewleta Hayderabadê di berxwe nedan û piştî çend pevçûnan Hindistan Hayderabadê xist bin kontrola xwe. Di tevahîya operasyonê de 3.364 mîlîsên çekdar hatin girtin û 102 jî hatin kuştin. Di 17yê îlonê de Nizamê Hayderabadê teslîm bû û çend meh paşê Hayderabad bi fermî bû beşek Hindistanê.

Nakokîyên polîtîk û bîranîna dîrokî
Îro partiyên siyasî yên Telanganayê li ser navê vê salvegerê li hev nakin. Partiya BJP wê wekî “Telangana Liberation Day” (Roja Rizgarîya Telanganayê) pîroz dike û dibêje ku gel ji desthilatdariya Nizam û Razakaran azad bûye. Hikumeta herêmî ya niha ku ji aliyê Partîya Kongreya Hindistanê ve tê rêvebirin, wê wekî “Praja Palana Dinotsavam” (Roja Desthilatdariya Gel) dibîne.
Li alîyekî din, komunîst (CPI û CPI(M)) vê rojê wekî encama têkoşîna çekdarî ya gundîyan (1946-1951) dibînin. Ew dibêjin ku serhildana li dijî feodalîzmê û Nizam rê li ber yekbûna Hayderabadê vekir. Piraniya wan wê wekî “roja yekbûnê” pîroz dikin û dibêjin ku ev têkoşîn ne olî, belê li dijî desthilatdariya feodal bû.
Nûnerên misilmanan (bi taybetî AIMIM) bi gelemperî li dijî peyva “rizgarî” ne. Ew dibêjin ku ev nav êşên kevn ên “Operation Polo” (ku hejmareke misilmanan hatin kuştin) nû dike û dikare nakokiyên olî zêde bike. Rêxistinên misilmanan vê rojê wekî “Roja Yekbûna Neteweyî” dibînin. Ev nakokî nîşan dide ku dîrok ne tenê bûyerek e, lê di heman demê de amûrek e ku her alî ji bo vegotina xwe ya siyasî bikar tîne.



