Hukumeta Welatê Baskê di çarçoveya siyaseta parastina zimanê baskî (euskera) de, ligel komeleya Garabideyê, koma pêşeng a “Federasyona Navneteweyî ya Zimanên di Pêvajoya Vejînê de” ava kir. Federasyon wê piştgirî bidê zimanên di xetereyê de ne û dengê wan di asta navneteweyî de bilind bike. Ev pêngava giring di 25ê îlonê de di kongreya “BIHAR“ê de ku li bajarê Îrunê hate organîzekirin, bi awayekî fermî hate ragihandin.
13 ziman: Kurdî jî di nav de ye
Alîkarê Wezîrê Siyaseta Ziman ê Hukumeta Baskê, Aitor Aldasoro di axaftina xwe ya danasînê de bal kişand ser giringiya vê federasyonê. Aldasoro got ku ev gav wê bibe sedem ku civak ezmûnên xwe bi hev re parve bikin û modelên serkeftî yên vejandina zimanan ji nêzîk ve nas bikin. Aldasoro wiha berdewam kir: “Beriya her tiştî, ev gav wê derfetê bide me ku em bi dengê xwe yê resen ligel cîhanê biaxivin.”
Di nava koma pêşeng a federasyonê de nûnerên 13 civakên zimanî yên ji welatên cihêreng ên cîhanê cih digirin: Euskera (Welatê Baskê), kurdî (Kurdistan), keçûa (Ekwador), nasa (Kolombîya), maya (Meksîka), guaranî (Paraguay), hawaiî (Hawayî), tubu (Lîbya), maorî (Zelandaya Nû), khoikhoi (Afrîkaya Başûr), tamang (Nepal), galî (Welatê Galê) û torwalî (Pakistan).
Têkoşîna hevpar
Serekê komeleya Garabideyê, Jon Sarasua jî derbarê platformê de wiha axivî: “Heta niha em hîn bûn ku çawa zimanên xwe zindî bihêlin; lê niha dema wê ye ku em bi hev re şert û mercên nû yên pêşketinê biafirin.”
Li gorî daxuyaniya fermî ya Hukumeta Baskê, ev projeya hevpar xwedî hedefeke berfireh e. Di çarçoveya vê armanc ev e ku qadek domdar a hevkarîyê ji bo vejîn û danasîna zimanan ava bike.


