Encamên referandûma li ser têgeha bêalîbûnê ya Swîsreyê ku rasterast bandorê li siyaseta derve ya welat dike, eşkere bûn. Hilbijêran bi piraniyek zelal (70,15%) ji pêşniyaza qanûna destûrî ya Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) û komên çepgir re gitn “Na”. Ji 26 kantonên welat yekê jî piştgirî neda vê însiyatîfê.
Encamên referandûma dawî nîşan dide ku Şerê Rûsya û Ukraynayê û ambargoyên navneteweyî yên li se Rûsyayê hatine sepandin, bandorê li biryardariya Swîsreyê ya bêalîbûnê kirî ye.
Encama referandûmê tê çi wateyê?
Encama dengdanê destûrê dide hukumeta federal a li Bernê ku di siyaseta navneteweyî û pênasekirina ewlehîyê de azadîyeke berfirehtir bi kar bîne. Ev rewş dihêle ku Swîsre di çarçoveya ewlehiya Ewrûpayê de bi rêxistinên wekî NATOyê re hevkariyên stratejîk bike.
Di heman demê de, redkirina însiyatîfê di qada navxweyî de wekî têkçûneke siyasî ji bo partiya SVPê tê nirxandin ku piranîya civakê ev gavan wekî propagandaya navxweyî yê vê partîyê dinirxînin.
Timeo Antognini ji Berwarnewsê re axivî: “Nêzîkbûna bi NATOyê re wê kûr bibe”

Ji aliyê din ve, aliyên çepgir û muxalîf encama referandûmê ji perspektîfa antî-împeryalîzmê dinirxînin. Hevserokê Partiya Karker a Swîsreyê (PdA Schweiz), Timeo Antognini, di nirxandina xwe ya taybet de ji Berwarnewsê re destnîşan kir ku ev însiyatîf ji bo rawestandina bandora blokên imperialîst alaveke giring bû.
Antognini dîtinên xwe wiha îfade kirin:
“Ji bo Partiya Karker a Swîsreyê, ev însiyatîf alaveke giring bû bi mebesta pêkanîna Swîsreyeke aştiyane û piştgirîxwaz. Wê daxwaz dikir ku tevlîbûna hêdî hêdî ya Swîsreyê di NATOyê de û sepandina otomatîkî ya ambargoyên kêfî bêne redkirin. Ev ambargo bandoreke xirab li ser çîna karker -hem li vir û hem jî li welatên din- dikin. Encam bixwe nîşan dide ku Swîsre wê siyaseta xwe ya nêzîkbûna bi NATO û Yekîtiya Ewrûpayê re bidomîne û şerê li dijî vê xetê wê dijwartir bibe.”


