Serokê demkî yê Sûriyeyê, Ehmed el-Şera, 70 endamên mayî yên Meclîsa Gel a Demkî tayîn kir û bi vî awayî avakirina yekem parlamentoya welêt piştî hilweşîna rejîma Esed temam bû. Tê payîn ku parlamento hefteya bê yekem civîna xwe pêk bîne.
Parlamentoya nû ji 210 endaman pêk tê. Sêyek ji wan rasterast ji aliyê Serokatiyê ve hatine tayînkirin, lê 140 endamên din bi rêya hilbijartinên nerasterast ên ku di mehên borî de hatin lidarxistin, hatine hilbijartin. Li gorî çarçoveya destûrî ya dema derbasbûnê, mafê karê vê parlamentoyê 30 meh e û ev dem dikare were dirêjkirin. Di erkên wê de vekolîna qanûnên heyî, derxistina qanûnên nû û beşdarbûna di amadekirina destûra nû de cih digire.
Di nav 70 kesên ku El-Şera tayîn kir de tenê sê kurd hene: Ebdulhekîm Beşar, endamê payebilind ê Encûmena Neteweyî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), herwiha Mistefa Ebdulrehman Ebdî û Yasir Silêman Mensûr ku her du jî nêzîkî rêveberiya demkî têne dîtin. Mensûr birayê Ehmed Hîlal e, cîgirê parêzgarê Hesekê ye û yek ji berpirsên sereke yên Şamê ye ku pêvajoya yekgirtinê ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê dişopîne.
Neh nûnerên kurd jî di hilbijartinên nerasterast ên ku li Rojava hatin lidarxistin de biserketin û bi vî awayî hejmara giştî ya nûnerên kurdan di parlamentoya nû de gihîşt 12 kesan. ev jî nêzîkî ji 5.7 ji % kursiyên parlamentoyê pêk tîne.
Di nav kesên ji alîyê Serokatiya Sûrîyeyê ve hatine tayînkirin 55 mêr û 15 jin hene. Ji aliyê belavbûna herêmî ve, Heleb bi 14 kursiyan di rêza yekem de ye.Dûv re Hesekê bi 7 kursiyan, Dêra Zor û Hims her yek bi 6 kursiyan, Îdlib, Hema, Şam û herêma gundewar a Şamê her yek bi 5 kursiyan, Lazkiye û Deraa her yek bi 4 kursiyan, Reqe bi 3 kursiyan û Tartûs, Suweyda û Quneytire her yek bi 2 kursiyan têne temsîlkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi awayekî fermî beşdarî hilbijartinên nerasterast nebû, lê li gorî hin raporan piştgirîya hin namzetên serbixwe kir. Di nav kesên ku El-Şera tayîn kir de tu kesek ku bi HSD re têkildar be tune ye.
Siyasetmedarên kurd encamê rexne kirin û gotin ku rêjeya temsîla kurdan pir kêmtire ji rêjeya wan a di nava nifûsa Sûriyeyê de ye. Silêman Oso, endamê ENKS, gotku kurdan nêzîkî 15 ji % nifûsa welêt pêk tînin, lê di parlamentoya nû de tenê li derdora ji 5 ji % kursiyan wê bigirin. Tevî van rexneyan, Oso hêvîya dîyar kir ku nûnerên kurd di destûra nû de ji bo mafên kurdan, nasîna destûrî û fermîbûna zimanê kurdî li herêmên kurdan bixebitin.
Tê payîn ku parlamento roja Duşemê yekem civîna xwe pêk bîne, endam sond bixwin û dest bi karê qanûnsaziyê bikin.

Ji xweseriya çekdarî ber bi întegrasyona siyasî ve
Pêkhatina parlamentoya nû guherîna mezin a ku ji destpêka sala 2026’an ve di siyaseta Kurdan de pêk hatiye nîşan dide.
Piştî ku HSDê di meha kanûna paşîn de (çile) ji çend xetên şer vekişiya, rêxistinê bi Şamê re ket nava prosesekê ku armanca wê yekgirtina hêzên leşkerî û saziyên rêveberiya sivîl di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de bû. Di 30ê kanûna paşîn de her du aliyan çarçoveyek giştî ragihandin. Li gorî vê, yekîneyên leşkerî yên HSDê û saziyên rêveberiya sivîl bi gav bi gav di nav întegreyê saziyên dewletê de dibûn Di heman demê de ji bo mafên çandî û perwerdehiyê yên kurdan jî garantî dihatin dayîn. Peymanê herwiha ji bo vegerandina saziyên dewletê bo bajarên sereke yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û yekgirtina rêveberiyên herêmî mekanîzmayên taybet destnîşan kir.
Ji bo gelek çavdêran, ev peyman ji projeya demdirêj a tevgera siyasî ya kurdan a xweseriya rêveberiya herêmî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku bi navê Rojava tê zanîn, vegerek giring bû. Ji sala 2012an ve rêveberîya kurdan saziyên xwe yên siyasî, leşkerî û îdarî ava kiribûn ku di asteke bilind de ji Şamê serbixwe bûn. Lê pêvajoya yekgirtinê ya ku di sala 2026an de dest pê kir, giranîya xebatê ji parastina van saziyan ber bi muzakereya ji bo întegrasyona wan a di nav saziyên yekgirtî yên dewleta Sûriyeyê de veguherand.
Lêbelê, pêkanîna peymanê bi rêkûpêk nameşe. Tevî ku di warê hevrêziya ewlehiyê û yekgirtina hin saziyên rêveberî de hin gav hatine avêtin, rayedarên kurd gelek caran xemgîniya xwe li ser derengketina pêkanîna sozên siyasî, di nav de garantiyên destûrî, rêkeftinên rêveberiya herêmî û zêdekirina temsîla kurdan di saziyên neteweyî de, îfade kirine.
Ji ber vê yekê, temsîla kêm a kurdan di parlamentoya demkî de dikare bêhêvîbûna gelek aliyên siyasî yên kurd xurtir bike. Tevî peymana întegrasyonê jî, bandora kurdan a li ser pêvajoya guherîna destûrî ya Sûriyeyê hîn jî sînordar dimîne.



