SerupelNûçeKorsîka û serxwebûna Amerîkayê: Bandora Pasquale Paoli li ser destûra nûjen

Korsîka û serxwebûna Amerîkayê: Bandora Pasquale Paoli li ser destûra nûjen

Di salvegera 250. a Serxwebûna DYAyê de, kovara Smithsonian Magazine derbarê rola giring a generalê korsîkayî Pasquale Paoli de lêkolîneke berfireh belav kir. Li gorî gotarê, beriya Şoreşa Amerîkayê, vê girava piçûk destûreke nûjen nivîsîye, mafê dengdanê daye jinan û bûye sembola têkoşîna li dijî împeratoriyan.

Di sala 1755an de, dema ku aloziyên li koloniyên Amerîkayê zêde dibûn, li giraveke Derya Spî ku bi hezaran km dûrî Amerîkayê ye, bûyereke dîrokî pêk hat. Gelê Korsîkayê piştî 500 sal serdestiya Komara Cenovayê serxwebûna xwe ragihand. Ev tecrûbeya serxwebûnê ya di bin rêberiya General Pasquale Paoli de, di nav şoreşgerên amerîkî de bû sedema kelecaneke mezin.

Kovara navdar a amerîkî Smithsonian Magazine, di gotareke xwe ya taybet de bal kişand ser rola Paoli û dîroka Korsîkayê ya ku di avabûna fikra azadiya Amerîkayê de bûye xwedî bandoreke mezin.

Pasquale Paoli di sala 1755an de bû rêberê Korsîkayê û destûreke nûjen ku yek ji yekemîn destûrên nivîskî yên cîhanê tê qebûlkirin, xiste meriyetê. Ev destûr li ser bingeha veqetandina erkên di qadên cuda yên rêveberîyê û qanûnçêkerîyê hatîbû amadekirin.

Tiştê ku herî zêde cîhan şaş kir ew bû ku hemû welatiyên mêr ên li ser temenê 25 an xwedî mafên dengdanê bû. Di mafê dengdanê de pîvana hebûna milkan hatibû betalkirin. Heta jinên nezewicîbûn ên di ser temenê 25an re bûbûn xwedî mafên dengdanê. Dîrokzan Marcandria Peraut ji Zanîngeha Korsîkayê diyar dike ku şoreşgerên amerîkî Paoli wekî “masiyekî piçûk ê ku li dijî împeratoriyeke mezin şer dike” hatîye pênasekirin.

Paoli û rojnameyên Amerîkayê

Nivîskarê skotlandî James Boswell di sala 1765an de çû giravê û pişt re pirtûka xwe ya “An Account of Corsica” belav kir. Ev pirtûk li Amerîkayê bû pirtûka herî zêde hat xwendin. Di sala 1767an de rojnameya New York Journal Paoli wekî “mirovê herî mezin ê ser rûyê erdê” pênase kir.

Bandora Paoli ewqas mezin bû ku serokê navdar ê amerîkî John Hancock navê keştiya xwe kir Paoli. Damezrînerê Amerîkayê Benjamin Franklin pesnê berxwedana Korsîkayê da û di sala 1775an de Alexander Hamilton û xwendakarên Zanîngeha Columbia komela xwe ya leşkerî wekî “Korsîkayî” (The Corsicans) bi nav kirin. Her wiha gelek bajaran li Amerîkayê navê Paoli girtin.

Nexşeya sala 1700î ya bakurê Îtalyayê. Korsîka di bin kontrola Cenovayê de ye.

Mîrateya Fikrî

Her çend di sala 1769an de piştî êrîşa Fransa û Şerê Ponte Novuyê serxwebûna Korsîkayê bi dawî bûbe jî, bandora wê ya li ser Destûra Amerîkayê ya sala 1787an nayê redkirin. Dîrokzan destnîşan dikin ku ti belgeyek tune ye ku nîşan bide Thomas Jefferson an James Madison rasterast Destûra Korsîkayê kopî kirine, lê belê her du model jî li ser heman prensîbên dema Ronahîbûnê hatine avakirin.

Di sala 2025an de, nûnerên bajarê Paoli yê Eyaleta Pennsylvania ya DYAyê çûn serdana gundê Morosagliayê ku cihê jidayikbûna Paoli ye. Rêberekî civaka sivîl ê amerîkî Edward Auble li wir ragihand ku ji bo wan “navê Paoli sembola demokrasiyê bixwe ye.”