SerupelNûçeDi salvegera wê de Şoreşa 23yê Tîrmehê ya Misirê

Di salvegera wê de Şoreşa 23yê Tîrmehê ya Misirê

Îro salvegera Şoreşa 23yê tîrmehê ya sala 1952an Misrê ye. Şoreşa ku di bin pêşengiya Tevgera Efserên Azad (Dubbat al-Ahrar) û rêberiya Cemal Ebdulnasir û Mihemmed Negîb de pêk hat, dawî li pergala Qral Farûq û serdestiya Brîtanyayê anî. Di encama vê de ne tenê Komara Misirê ava bû, di heman demê de rê li ber reformên civakî û aborî vekir û bû çavkaniya îlhamê ji bo tevgerên rizgariya neteweyî yên li Afrîkayê û cîhana ereb.

Beriya sala 1952an, Misir di nav krîzeke kûr a siyasî, civakî û aborî de dijiya. Tevî ku li ser kaxezê serbixwe bû jî, kontrola leşkerî ya Brîtanyayê li ser welêt berdewam dikir. Desthilatiya Qral Farûq bi bertîl, gendelî û zilma li ser civakê dihate naskirin; Piraniya erd û çavkaniyên welêt di destê çîna arîstokrat de bûn. Meseleyên navxweyîpiştî Şerê Filistînê yê sala 1948 artêşa Misrê têk çû, ajîstasyona li hemberê rejîmê di nava artêşê de kûr kir.

Di nava van şert û mercan de, leşkerê ciwan Cemal Ebdulnasir û hevalên wî (di nav de kesên wekî Ebdulhakîm Amir, Enwer Sadat û Xalid Muhîyeddîn) rêxistineke veşartî ya bi navê “Tevgera Efserên Azad” (Harakat al-Dubbat al-Ahrar) ava kirin. Ji bo ku bawerî û piştgiriya giştî bi dest bixin, wan generalê bi navûdeng Mihemmed Negîb kirin serokê fermî yê tevgerê. Armanca vê rêxistinê rûxandina rejîma qral,  derxistina hêzên dagirker ên Brîtanyayê, afirandina edaleta civakî û avakirina artêşeke neteweyî bû.

Lîderê şoreşê Cemal Ebdulnasir di dema axaftina xwe ya di NYyê de (1970)

Di şeva 23yê tîrmeha 1952an de, van efseran bi derbeyeke leşkerî ya hema hema bêxwîn hemû saziyên giring ên dewletê xistin bin kontrola xwe, Qral Farûq hat neçar ma dest ji kar berde û biçe sirgûnê. Pişt re, di sala 1953an de bi fermî pergala komarger hat ragihandin.

Şoreşê gavan ji bo guherînên kûr ên civakî û aborî avêt. Yek ji destkeftîyên giring neteweyîkirina Kanala Suweyşê û reforma erdan bû.  Bi van gavan re,  bingeha mafên karker û gundiyan hate xurtkirin, kontrola li ser çavkaniyên neteweyî hat pêkanîn, ji bo kesên xizan derfetên perwerdeya bû pere  hatin afirandin.

Helwesta welatên rojava

Welatên rojavayî, bi taybetî Brîtanya û Fransa, ji ber van destkeftiyan û bi taybetî jî piştî ku Cemal Ebdulnasir di tîrmeha 1956an de Kanala Suweyşê neteweyî kir, ketin nav tirs û bertekan. Ji bo girtina kontrola kanalê û rûxandina desthilatiya Ebdulnasir, Brîtanya û Fransa di heman salê de  bi Îsraîlê re peymaneke veşartî çêkirin û êrişeke hevbeş a leşkerî anîn ser Misirê ku wekî Krîza Suweyşê an jî Destwerdana Sêalî hate pênasekirin. Di vê êrişê de her çend hêzên hevgirtî ji aliyê leşkerî ve pêş ve çûn û Nîvgirava Sînayê û bajarên kanalê dagir kirin jî, leşker û gelê Misirê berxwedanek mezin nîşan dan. Di encam de hêzên dagirker neçar man ji Misrê vekişin û serdestîya Misrê ya li ser Suweyşê qebûl bikin.