Pêvajoya hevdîtinên siyasî yên di navbera Hikumeta Navendî ya Îspanyayê û Rêveberiya Herêma Otonom a Katalonyayê de derbasî qonaxeke gelekî krîtîk. Daxwaza Katalonyayê ya ji bo damezrandina sîstemeke bacê ya taybet (Finançament Singular), ne tenê mijareke teknîkî ya aboriyê ye lêbelê nîşaneyeke guherîndina hevsengiya hêzê ya di navbera Îspanya û Katalonyayê de ye.
Di bin modela heyî ya fînansê de (Régimen Común), hemû bacên giring ên wekî Baca Dahatê (IRPF) û Baca Nirxa Zêdekirî (IVA) ji aliyê Ofîsa Bacê ya Îspanyayê ve têne berhevkirin. Pişt re, hikumeta navendî beşeke ji vê dişîne Katalonyayê.
Medyaya katalan û aborînasên herêmî balê dikişînin ser rewşa ku wekî “Defîsîta Fîskal” (kêmasîya darayî) tê binavkirin. Li gorî daneyan, Katalonya her sal nêzîkî 20 mîlyar euro zêdetir bacê dide Madrîdê. Ev yek dibe sedema nerazîbûneke kûr a civakî û astengkirina pêşketina aborîya Katalonyayê. Partîyên katalan (wekî ERC û Junts) dîyar dikin ku bêyî serwerîya li ser çavkaniyên aborîyê, axaftina li ser “xweseriya siyasî” pûç e.
Katalonya çi dixwaze?
Muzakereyên dawî li ser wê yekê disekinin ku Katalonya bibe xwedîyê “Sîstema Bacê ya Taybet”. Ev model dişibe ya Welatê Baskê ku wekî Concierto Económico ku tê pênasekirin. Di çarçoveya vê modelê de Ajansa Bacê ya Katalonyayê hemû bacan berhev dike û paşê beşekê ji wê ji bo xizmetên dewletê yên giştî (mîna parastin an dîplomasiyê) dişîne navendê. Bi vî awayî, pêwendiya aborîyê ya di navbera Katalonya û Îspanyayê de ji nû ve tê sazkirin.
Astengîyên Madrîdê û muzakere
Hikumeta Îspanyayê û herêmên din ên xizan ên welêt di wê baweriyê de ne ku ev model wê “pênaseya hevgirtina neteweyî” xira bike û dahata dewletê kêm bike. Partiyên mixalefetê yên rastgir jî vê gavê wekî “serxwebûna aborîyê ya nefermî” bi nav dikin û ji bo ev pêk neyê hewldanan dikin.
Ev prosesa ku li ser maseya muzakereyê berdewam e û wê di dawîyê de derkeve holê ku ka modela Îspanyayê dikare xwe li ber daxwazên kûr ên serweriya herêmî bigire an na. Şerê bacê yê di navbera Madrîd û Barselonayê, îro ji bo hemû tevgerên xweserîxwaz ên li Ewrûpayê ezmûneke giring a şopandinê ye.



