Îro salvegera yek ji biryarên herî girîng ên dîroka Îrlandayê ye. Di 28ê tîrmeha 2005an de, Artêşa Komarger a Îrlandayê (IRA) ku nêzîkî 30 salan li dijî serdestiya Brîtanyayê şerê çekdarî dimeşand, ragihand ku wê dawî li hemû xebatên xwe yên çekdarî anîne.
Di peyama ku ji aliyê rêveberiya IRAyê ve hatibû belavkirin de hatibû gotin:
“Ji hemû yekîneyan re ferman hatîye şamdin ku daxuyaniyê pêk bînin. Hemû xebatên çekdarî wê werin rawestandin. Divê xebatkarên IRAyê bi rêyên demokratîk û siyasî beşdarî avakirina Îrlandayê bibin.”
Ev biryar ne encama rojekê bû lêbelê bingeha wê di sala 1998an de bi Peymana Îna Bixêr (Good Friday Agreement) hatibû avêtin. Tevlî vê jî pêkhatina bêçekirinê salan ajot û di tîrmeha 2005’an de gihîşt encama xwe ya dawî.
Rêya ber bi bêçekirinê û astengiyên siyasî
Pêkhatina bawerîyê di navbera aliyên pevçûnê de piştî salên dirêj ên aloziyê ne hêsan bû. Tevî ku peymana aştiyê di sala 1998an de hatibû îmzekirin jî, partiyên yekitîparêz (alîgirêrn Brîtanyayê) bi fikar bûn û beşdarbûna di hikumeta hevpar de bi bêçekkirina temamî ya IRAyê ve girê dabûn. Ev rewş bû sedema krîzên siyasî ya bi salan û aştîyê xist nava xetereyê.
Bi mebesta çareserkirin meseleyê, bi rêya tora çavdêriyê ya navdewletî, pêvajoyeke baweriyê hate avakirin. Daxuyaniya tîrmeha 2005an rê li ber xebatên zû û lezgîn ên Komîsyona Serbixwe ya Bêçekkirinê (IICD) vekir. Di bin serokatiya Generalê Kanadayî John de Chastelain de, komîsyonê piştî çend mehan bi fermî piştrast kir ku IRAyê hemû depoyên xwe yên çek û cebilxaneyê radest kirine.

Sinn Fein bû hevparê hikumetê
Danîna çekan rê li ber guherîneke kûr di nexşeya siyasî ya bakurê Îrlandayê de vekir. Baskê siyasî yê tevgerê, partiya Sinn Fein, êdî ne wekî baskê rêxistineke çekdar, wekî wekî aktorê sereke yê siyaseta sivîl û demokratîk dihat dîtin. Rêberên wekî Gerry Adams û Martin McGuinness nîşan dan ku daxwazên siyasî yên civaka komarparêz dikarin tenê bi rêyên hiqûqî û dîplomatîk werin parastin.
Ev serkeftina siyasî di sala 2007an de gihîşt lûtkeya xwe dema ku dijminên berê DUPa yekitîparêz û Sinn Feina komarger li ser heman maseyê rûniştin û hikumeteke hevpar ava kirin. Martin McGuinness ku berê fermandarekî IRAyê bû, bû Cîgirê Serokwezîrê Bakurê Îrlandayê. Vê veguhastinê hişt ku Sinn Fein di salên ê de bibe hêza yekemîn û meqela serokwezîriyê bi dest bixe.
Belfast bû bajarekî aram
Sînorê ku di tîrmeha 2005an de hate danîn, bandoreke mezin li ser jiyana rojane ya xelkê bakurê Îrlandayê jî kir. Bajarekî wekî Belfastê ku bi salan di bin sîya barîkat, teqîn û kontrolên leşkerî de mabû, gav bi gav veguhast navendeke bazirganî, geştîyarî û hunerî. Hestiyarî û tirs ji kolanan gav bi gav rabû û derfetên aboryê yên nû derketin holê.
Ezmûna Îrlandayê û biryara IRAyê ya tîrmeha 2005an îro di cîhanê de wekî mînakeke serfiraz a dîplomasiyê tê xwendin. Vê biryarê nîşan da ku pevçûnên herî giran jî dikarin bi rêya bawerî, lîderiya wêrek û siyaseta sivîl ve bi aştîyeke mayînde bi dawî bibin.



