SerupelCivakJi kolonîyê ber bi serxwebûnê ve: Çîroka rizgarîya Perûyê

Ji kolonîyê ber bi serxwebûnê ve: Çîroka rizgarîya Perûyê

Îro 28ê tîrmehê, salvegera rojeke dîrokî ye ji bo Perûyê. Gelê Perûyê piştî zêdetirî sê sedsalan kolonyalîzma  Îspanyayê, serxwebûn û serweriya xwe ragihand. Ev bûyer di dîroka Amerîkaya Başûr de wekî sembola têkoşîna gelan a ji bo mafê diyarkirina qederê tê qebûlkirin.

Ji destpêka sedsala 16an û şûn de, Împeratoriya Îspanyayê herêma Çiyayên Andê kiribû navenda çewsandina aborî û çandî. Xwediyên resen ên erdê — bi taybetî Şaristaniya Înka û gelê Kêçûwa (Quechua) bi darê zorê di kanên madenên zîv û zêran de dihatin xebitandin. Ji aliyekî din ve, çîna “Criollo” (ew kesên ku bi koka xwe îspanî bûn lê li Amerîkayê ji dayik bibûn) ji rêveberiya siyasî û bazirganiya azad bêpar hatibûn hiştin.

Ev bêdadî bêaramîyê mezin kur û sedema pêlên mezin ên serhildanê. Ya herî navdar di sala 1780’an de bin pêşengiya Tupac Amaru II (ku xwe wekî warisê împeratorên Înka didît) qewimî. Ew serhildan bi rêbazên zordarîyê hat tepeserkirin lê tovê serxwebûn, nasname û azadiyê di dilê gelên Andê de man.

Rêya ber bi serxwebûnê ve

Di destpêka sedsala 19an de, lawazbûna Împaratoriya Îspanyayê ya ji ber şerên li Ewrûpayê û belavbûna fikrên Ronahîbûyînê (Enlightenment), tevgerên rizgariyê li seranserê parzemînê xist nava hereketê. Perû di wê serdemê de keleh û navenda herî xurt a leşkerî ya Îspanyayê bû. Ji ber wê jî rizgarkirina Perûyê ji bo tevahiya Amerîkaya Başûr gaveke jiyanî bû.

Deklerasyona Serxwebûna Perûyê/Murillo Perú/Murillo Perú, CC BY-SA 3.0

Di sala 1820an de, Fermandarê mezin ê Arjantînî Jose de San Martin bi artêşa xwe re ji çiyayên Andê derbas bû û gihişt keviyên Perûyê. Piştî dorpêçkirina bajarê Lima û paşvekişîna hêzên mêtinger, San Martín di 28ê tîrmeha 1821an de li meydana giştî ya Limayê serxwebûna welat ragihand. Pişt re, bi piştgirîya Simon Bolivar û Şerê Ayacucho (1824), serweriya de facto ya Perûyê hat temamkirin.

Encamên serxwebûna Perûyê

Bi ragihandina serxwebûnê re desthilatdarîya monarşî û qraliyetê bi dawî bû û di şûna wê de pergala komargeh, destûra bingehîn û parlamento hatin avakirin. Ev gaveke giring bû di rêya ber bi dewleta hiqûqê û serweriya gel ve.

Yek ji destkeftîyên serxwebûnê ev bû ku ji bo qedexekirina koletiyê gavên yekem hatin avêtin. Herwiha baca giran a ku bi sedsalan ji gelên xwecîhî (inka û kêçûwa) dihat girtin, hat betalkirin. Bi vî awayî, çandên cûda tevlihev bûn û nasnameyeke nû ya Perûyî ava bû.

Serxwebûna Perûyê rê li ber venasîna navneteweyî ya welatên Amerîkaya Latîn vekir. Hêzên cîhanî yên wê serdemê neçar man ku serweriya Perûyê û mafê diyarkirina çarenûsê (self-determination) ê gelên Andê bi awayekî fermî qebûl bikin.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.