Di pêvajoya nû ya di navbera hikumeta Tirkîyeyê-Ocalan-DEM partîyê tê meşandin de gava yekem a qanûnî hat avêtin. Pêşniyazqaûna ji 12 xalan pêk tê duh pêşkêşî parlamentoyê hat kirin. Tevî ku aliyên pêvajoyê ev gav wekî pêdiviyeke teknîkî û hiqûqî pênase dikin jî, metna pêşnîyazqanûnê nîşan dide ku dewlet çarçoveya çareseriyê di sînorên bêçekirin û rakirina lêpirsînan de dihêle û mijara herî bingehîn, yanî statû û naskirina destûrî ya kurdan paşguh dike.
Li gorî detayên qanûna çarçoveyê, qanûn yekser pişt ku ji alîyê parlamentoyê bê qebûlkirin nakeve meriyetê. Ji bo prosesa qanûnî bimeşe divê berî her tiştî saziyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û MIT bidawîbûna hebûna PKKê û radestkirina hemû çekan tespît bikin. Piştî vê, divê Konseya Ewlehiya Neteweyî (MGK) vê biryarê erê bike û di rojnameya fermî de bide weşandin. Ev rêbaz nîşan dide ku dewlet diyalogeke siyasî yan jî peymaneke neteweyî ji xwe re esas nagire. Pêvajo bi tevahî di bin însîyatîf, pênase û kontrola konsepta ewlehiyê ya dewletê de dimeşe û mercê yekem tenê radestbûna leşkerî ye.
Efûya giştî tune ye
Naveroka qanûnê efûyeke giştî ya siyasî an jî naskirina nasnameyê nade ber mirovan. Di dewsa vê de, pergaleke rawestandina bişert a doz û cezayan amade dike ku li gorî wê cezayên heta 15 salan ji bo 5 salan, cezayên ji 15 salan zêdetir jî ji bo 10 salan têne rawestandin. Dewlet mafê darizandin û cezakirinê wekî amûreke kontrolê di destê xwe de dihêle ku di nav van salan de eger kesek sûcekî din bike, dosyeya berê ji nû ve vedibe. Herwiha, sûcên berî 1ê hazîrana 2005an li derveyî vê çarçoveyê tên hiştin.
Bê garantî hat îmze kirin
Nîqaşeke din a giring a vê pêvajoyê li ser rêbaza siyaset û dîskûrsa DEM Partiyê hûr dibe. Tevî ku Hevserokên Giştî Tuncer Bakırhan û Tulay Hatimoğullari diyar kirine ku ev metn ne armanca dawî ye lê destpêkeke giring e ji bo nîqaşkirina meseleyê, bi lez û bez îmzakirina wan a pêşnîyazqanûnê dibe sedema rexneyên kûr. Li gorî gelek kesan qebûlkirin û piştgirîkirina metneke ku tê de tu garantiyek bo mafên destûrî nîne, zemîna sîyasî tevgera kurd lawaz dike. Zimanê ku ev pêşniyaz wekî gaveke ber bi pêş ve qebûl dike, polîtîkaya ewlehîyê ya dewletê wekî yekane mercê qanûnî qebûl dike û di encamê de amûrên potansîyel ên zextê ya di qada navneteweyî û navxweyî de qels dibe.
Siberoja doza kurd
Di kûrayiya stratejiya dewletê de diyar dibe ku naxwaze nîqaşê bibe ser prensîbên demokratîk û naskirina mafên kurdan. Di metna qanûnê de cihek ji naskirina nasnameya kurd û Kurdistanê di destûra bingehîn de, garantîya ji bo perwerdehîya bi zimanê dayikê, mafê xwerêvebirinê, reformên belavkirina erkê di nava herêman de û rakirina pergala qeyûman re nehatîye veqetandin. Bi vî awayî, çareserkirina meseleyekê ku ji sed salî zêdetir e, bi asteke teknîkî û tenê bi bêçekbûnê re tê bisînorkirin.
Cîgirê serokomar berpirs e
Li gorî qanûnê, ji bo birêvebirina pêvajoyê lîjneyekê ya di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de û Komîsyona Şopandinê ya Parlamentoyê de ku ji 17 endaman pêk tê, tê avakirin. Herwiha, niha daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên li ser mafê hêviyê û îhtimala vegera şaredarên ji kar hatine dûrxistin tên nîqaşkirin. Lêbelê kesên pêşnîyazqanûnê rexne dikin, rexneyên xwe didomînin û vê belgeya 12 xalan wekî parçeyeke stratejiyeke dewletê ya ji bo tunekirina daxwazên neteweyî yên kurdan qebûl dikin. Geşedanên wê di rojên pêş de pêk bên wê nîşan bidin ka ev gav wê bi tenê di sînorên tedbîrên ewlehîyê de bimîne yan wê bibe sedema nîqaşên berfirehtir ên li ser mafên destûrî yên kurdan û zemîna sîyaseta sivîl xurtir bike.



