SerupelÇandBeledîyeya Perpignanê pêşiya katalanî girt

Beledîyeya Perpignanê pêşiya katalanî girt

Meclîsa Beledîyeya bajarê Perpinya (bi fransî Perpignan) ya li bakurê Katalonyayê (Fransa) biryar da ku piştevaniya xwe ya fermî û darayî ji Ofîsa Saziya Zimanê Katalanî (OPLC) vekişîne.  Biryara meclîsê bi dengên piraniya nûnerên partiya rastgir a tund hat qebûlkirin. Ev biryar ji aliyê mixalefet û derdorên çandî ve weke hewldaneke asîmîlasyonê û lawazkirina nasnameya katalan hat nirxandin.

Li bajarê Perpinya yê li herêma bakurê Katalonyayê ku di bin desthilatiya Fransayê de ye, civîna dawî ya meclîsa beledîyeyê di nava alozîyê de pêk hat. Di encama civînê de, meclîsa ku di bin kontrola partiya rastgir a tund de ye, biryar da ku bajar piîtevanîya xwe ya ji bo Ofîsa Saziya Zimanê Katalanî (OPLC) bi dawî bike.

Li gorî biryara ku bi pêşengiya Şaredar Louis Aliot hat girtin, alîkariya aborî ya salane ku 25 hezar euro bû û ji bo xebatên parastina zimanê katalanî dihat veqetandin, hat rawestandin. Beledîyeya bajar ragihand ku ev budce wê ji bo navendeke nû ya bi navê “Institut del Rosselló” bê bikaranîn, Ev sazîya navborî ji aliyê opozîsyonê wê wekî amûreke siyasî ya ji bo guherandina nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê tê qebûlkirin.

Nûnerên opozîsyonê di civînê de bertekên tund nîşan dan û destnîşan kirin ku xebatên Şaredar Aliot ne ji bo teserûfa darayî ye lêbelê parçeyeke xebateke sîstematîk e ji bo jiholêrakirina saziyên çandî û zimanî yên katalan. Aktîvîstên ziman didin zanîn, kêmkirina rola zimanê katalanî li herêmê binpêkirina mafên kêmaran û biryarên peymanên navneteweyî ye.

Çarçoveya dîrokî û qanûnî

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve beşeke Katalonyayê ye, lê ji dema Peymana Pîrene ya sala 1659an a Îspanya û Fransayê, ji Fransayê re hatiye hiştin. Rûbera vê herêmê 4,116 km² ye û nifûsa wê 450,000 e.

Di demên dawî de mafên zimanî yên civaka katalan gav bi gav dihatin naskirin. Di sala 2007an de Konseya Giştî ya Pyrénées-Orientalesê li herêmê li gel fransî fermîbûna zimanê katalanî qebûl kiribû. Herwiha, beledîyeyên li bakurê Katalonyayê ji bo ku rê li ber bikaranîna katalanî vekin, di sala 2023an de rêziknameyên xwe guherandibûn.

Bakurê Katalonyayê ji çend bajar û navçeyên li bakurê Çiyayên Pîrene pêk tê. /Nexşe: Terra Nostra

Lêbelê, li ser gilî û daxwaza parêzgeha Pyrénées-Orientalesê, Dadgeha Îdarî ya Montpellierê li dijî bikaranîna zimanê katalanî biryar dabû. Di biryara dadgehê de hatibû destnîşankirin ku Destûra Bingehîn zimanê Fransî weke “zimanê komarê” pênase dike û lomajî di karûbarên giştî de zimanekî din nikare bê bikaranîn.