SerupelÇandHejmara nû ya kovara Bajar derket

Hejmara nû ya kovara Bajar derket

Kovara xêz û mîzahê Bajar a li Amedê tê weşandin, hejmara xwe ya Tîrmeh-Tebaxê belav kir. Kovar bi serpêhatiyên nû, dosyaya Eyşe Şan û Ken Parker li ser malpera xwe dikare bê xwendin û daxistin.

Hejmara nû ya kovara xêz û mîzahê Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket. Danasîna jiyana hunermen Eyşe Şanê û karakterê naskirî yê çîrokên fotografî Ken Parker hatîye kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kovara Bajarê Kurmancî û Zazakî diweşîne. Kovar ji du mehan carekê online tê weşandin.

Di hejmara dawî de, Keko, Kûto û Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf bi serpêhatiyên xwe yên nû cî digirin.

Hemû hejmarên kovarê li ser malpera www.bajar.tr dikarin bên xwendin û daxistin.