SerupelCivakHejmara kesên pasaporta Almanyayê digirin zêde bû

Hejmara kesên pasaporta Almanyayê digirin zêde bû

Reforma koçberîyê yê Almanyayê bandorê li hejmara serîlêdanên ji bo welatîbûnê dike. Gelek koçber û penaberên pênc salên xwe li Almanyayê temam dikin dibin mafê serîlêdana ji bo welatîbûnê. Loma jî hejmara kesên pasaporta alman digirin bi lez zêde dibe.

Almanya di demên dawî de mafê welatîbûnê da gelek zêde kesan. Ev jî bû sebeb ku hejmara kesên pasaporta vî welatî bigirin zêde bibe. Çapemenîya alman radigihîne, di sala 2025an de nêzîkî 310,000 kes pasaporta alman wergirtine.

Hejmarên ji bo par hatin parvekirin ji yên saleke berê zêdetir in. 212,000 hezar kes di sala 2024an de bûbûn welatîyên Almanyayê.

Reforma federal a par hat kirin, mafê cot-welatîbûnê nas dike û dema mînîmûm a ji bo welatîbûnê ji heşt salan dadixe pênc salan. Ji lewre gelek kes ji bo mafê welatîbûna alman serîlêdanê dikin.

Penaberên ji Sûrîyeyê û Tirkîyeyê di nava kesên ku serî li mafê welatîbûnê dixin koma herî zêde ne.  Par ji % 28ê hemû biryarên erênî ji bo sûrîyeyîyan hatîye dayîn.

Almanyaya li bendê ye ku di sala 2027an de hejmara ukraynîyên daxwaza welatîbûnê dikin wê hîn bêtir zêde bibe. Ji ber ku di vê salê de pênc salên ukraynîyan wê li Almanyayê temam bibe. Ukraynî cara ewil di bi şerê 2022an dest bi koça ber bi Almanya û welatên din ên Ewrûpayê kirin.

Çapemenîya alman daneyên derbarê biryarên erênî yên daxwaza welatîbûnê de jî parve kirin. Di 2024an de rêjeya biryarên erênî li gorî sala 2023an zêdetir bûye. Di sala 2025an de jî li gorî par biryarên erênî bi qasî ji % 6 zêde bûye.