SerupelCivakFederalîzm an serxwebûn: Alberta yekitîya Kanadayê dike mijara nîqaşê

Federalîzm an serxwebûn: Alberta yekitîya Kanadayê dike mijara nîqaşê

Eyaleta Albertayê ya Kanadayê ji bo referandûmekê xwe amade dike. Hikumeta herêmî bi 10 pirsên derbarê xweserî, koçberî û peywendiyên bi Ottawayê re di dengdanê de datîne pêşîya welatîyan. Her çend daxwaza serwerîya ji bo aborîyê xurt be jî, anket nîşan didin ku piraniya welatiyan referandûmê wek amûreke zexta li ser paytextê dibînin.

Eyaleta Alberta ya Kanadayê xwe ji bo referandûma dîrokî amade dike ku ji bo 19yê çirîya pêşîn hatîye diyarkirin. Pêşniyaza referandûmê çendekî berê ji aliyê serokwezîra eyaletê Danielle Smith ve hat kirin. Di dengdanê de 10 pirsên sereke wê li ser xweserî, siyaseta koçberîyê û peywendiya li gel hikumeta navendî ya Ottawayê de dihewîne ji welatîyan bên kirin. Encamên anketan nîşan didin ku piraniya welatiyan referandûmê wekî amûrekî zextê li ser Ottawayê dibînin da ku mafên herêmî bên xurtkirin.

Eyaleta Albertayê ku yek ji eyaletên herî dewlemend ên Kanadayê ye û bi çavkaniyên xwe yên petrol û gazê tê nasîn, ket rêyeke sîyasî ya dîrokî. Hikumeta herêmî bi serokatiya Partiya Yekbûyî ya Muhafezekar (UCP) biryar da ku di 19ê çirîya pêşîn de referandûmeke ku ji 10 pirsan pêk tê, li dar bixe. Ev gav piştî nîqaşên dirêj ên li ser sînorên desthilata navendî û guherînên qanûnî yên xweseriyê hat rojevê.

Paşxaneya daxwazên serwerî û guherîna peywendiyên li gel paytext Ottawayê vedigere serpêhatiya “Hesta Biyanîbûna Rojava” (Western Alienation). Piştî damezrandina Destûra Kanadayê ya di sala 1982an de û siyaseta enerjiyê ya navendî, gelek kesên li Albertayê fikirîn ku  hikumeta federal çav berdaye aborî û çavkaniyên û  dixwaze desthilatdariya herêmî bi sînor bike. Di salên dawî de, bi taybetî piştî Pejirandina Qanûna Serweriya Alberta (Alberta Sovereignty Act), daxwaza otonomî, federalîzma hevseng û kontrolkirina polîtîkayên koçberiyê û bacê bêtir derketin pêş.

Anket çi dibêjin: Zext an serxwebûn?

Lêkolîn û anketên sîstematîk ên saziyên wekî Ipsos, Angus Reid û The Writ Poll Tracker nîşan didin ku alîgiriya veqetîna temamî ji Kanadayê di navbera 18% û 25% de dimîne. Piraniya mezin a civakê (72%) piştgiriyê dide mayîna di nav yekîtiya Kanadayê de.

Her wiha, detayên herêmî nîşan didin ku nêzîkatiya welatiyan li gorî bajaran diguhere:

Calgary: 12% – 14% piştgirî dide veqetînê

Edmonton: 16% – 18% piştgirî dide veqetînê

Herêmên gundewar: Piştgirîya ji bo serxwebênê digihîje 27%

Piraniya pisporên siyasî dibêjin ku referandûma payizê amûreke ji bo zextan e li ser hikumeta Kanadayê. Hilbijêrên li Albertayê bi vê gavê dixwazin peyamekê bidin paytext Ottawayê ku divê rêzê ji daxwazên wan ên kontrola li ser aborîyê, berjewendiyên herêmî û mafên otonomîyê bigire. Tê payîn, encamên referandûmê wê deriyekî nû di warê  nîqaşên federalîzm û xweseriya herêmî de li Kanadayê veke.

Çavkanî û detayên zêdetir di anket û analîzên The Writ Poll Tracker de dikare bê şopandin.