Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Amerîka, Îsraîl û Libnan li Washington peymana çarçoveyê îmze kirin. Li gorî Rubio, armanca vê gavê avakirina bingehek ji bo aşitî û ewlekariya mayînde ye.
Peymana çarçove encama pênc tûrên danûstandinên rasterast ên di navbera Libnan û Îsraelê de ye. Ev yek ji sala 1983an û vir veyekem danûstandinên asta siyasî yên rasterast di navbera herdu alîyan de ye.
Tevî daxuyanîya li ser mijarê jî, şert û mercên peymanê hîn nehatîye eşkerekirin. Li gorî raporan, di danûstandinan de mijara veguhestina hin herêmên başûrê Libnanê ji hêzên Îsrayêlê bo artêşa Libnanê jî hate nîqaşkirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Îsraîl wê herêma ku ew wekî “qada ewlekariyê” pênase dike, biparêze.
Hizbullah li dijî peymanê ye
Hizbullah, ku beşdarî danûstandinên navbera Amerîka, Libnan û Îsraîl de nebû, bi tundî li dijî peymana çarçoveyê derket. Endamê parlamentoya Libnanê yê Hizbullahê Hassan Fadlallah got ku hikumeta Libnanê bêyî şerekî navxweyî ya bi piştgirîya Amerîkayê nikare peymanê cîbicî bike. Fadlallah got ku peyman hewldana ji bo xerakirina lihevhatina Amerîka û Îranê ye. Di heman demê de, serokê Hizbullahê Naim Qassem jî normalbûna têkiliyên bi Îsraîlê re red kir û got ku heta ku hêzên Îsraîlê ji axa Libnanê dernekevin û êrîş ranewestin, berxwedan dê bidome.
Encamên şerê li Libnanê
Şerê ku di 2ê adarê dest pê kir, bûye sedema krîzeke mirovahî ya mezin li Libnanê. Li gorî daneyan, di encama êrişên Îsraîlê de zêdetirî 4 hezar kes li Libnanê hatine kuştin û zêdetirî 1.2 milyon kes ji malên xwe koçber bûne. Li aliyê Îsraîlê jî 32 leşker û 4 sivîl hatine kuştin.
Herweha, zêdetirî 90 hezar xanî li başûrê Libnanê zirar dîtine an jî bi tevahî hatine hilweşandin. Li gelek bajar û gundan torên avê, elektrîkê, telekomunîkasyonê û navendên tenduristiyê jî zirarên giran dîtine ku ev yek vegera bi deh hezaran malbatên koçber re dijwartir kiriye.



