SerupelÇandDanasîna Kovara Bajar li Amedê hat kirin

Danasîna Kovara Bajar li Amedê hat kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, danasîna kovareke xêz û mîzahê ya bi navê ‘Bajar’ kir. Ev kovar di weşangeriya kurdî ya îro de xwedî cihekî taybet e, ji ber ku niha di qada mîzah û qerfê de hemtayeke wê ya din tune ye. Kovar ku bi kurmancî dest pê kir, dixwaze di nêzîk de bi hemû zaravayan bigihîje ber destê xwendevanan.

Bi mebesta danasîna kovara Bajar, li Navenda Çand û Hunerê ya ÇandAmedê bernameyeke giring a danasînê hat darxistin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hejmara yekemîn a kovara xêz û xêzeçîrokan a bi navê ‘Bajar’ bi şahiyekê da nasîn û belav kir.

Derketina vê kovarê ji bo çand û hunera kurdî xwedî giring tê qebûlkirin. Di dema niha de, di qada weşangeriya kurdî de di warê qerf, mîzah û xêzeçîrokan de valahiyeke mezin heye û hemtayeke vê kovarê tune ye.

Di bernameya danasînê de li ser navê şaredariyê û edîtorê kovarê, Tahîr Baykuşak, Zeynep Yaş û Dogan Guzel axaftinên kurt kirin. Axêveran bal kişandin ser polîtîkaya beledîyeyê ya pirzimanî û pirzaravayî. Hat destnîşankirin ku armanca bingehîn dirêjkirina temenê vê kovarê ye da ku di siberojê de bi zaravayên soranî û kirmanckî jî li her çar parçeyên welat were belavkirin. Her weha hat gotin ku ev kovar dê derfetê bide xêzkarên kurd da ku mîzah, rexne û çanda kurdî bi rêya hunerê bixin nav malên gel.

Kovara Bajar ji adara 2026an û vir ve ji alîyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi formata dîjîtal dihat weşandin. Kovar heta niha bi kurmancî û zazakî dihat weşandin û hejmareke wê soranî hatibû amadekirin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.