SerupelNûçeNYyê ji bo otonomîya Sahraya Rojava plana veguhestinê pêşnîyaz kir

NYyê ji bo otonomîya Sahraya Rojava plana veguhestinê pêşnîyaz kir

Di rapora nû ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres (S/2026/781) de hat ragihandin ku di nîqaşên Sahraya Rojava de plana avakirina "Konseya Veguhestinê" di navenda çareserîyê de ye. Piştî bi salan, alîyên wekî Fas, Enîya Polisario, Cezayir û Morîtanya hatin cem hev û li ser plana otonomîyê ya Fasê nîqaş kirin. NY pêşnîyaz dike ku erka hêza parastina aştîyê ya NYyê MINURSO saleke din bê dirêjkirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres raporeke nû li ser rewşa Sahraya Rojava pêşkêşî Konseya Ewlehîyê kir. Di raporê de hat eşkerekirin ku di hevdîtinên dîplomatîk ên dawî de plana avakirina “Konseya Veguhestinê” (Transitional Council) bûye xala herî giring a gotûbêjan.

Guterres di rapora xwe de pêşnîyaz dike ku ji bo çareserkirina meseleyê pêşî “peymaneke çarçove” û pişt re “demeke veguhestinê” (transition phase) bê danîn. Di nava vê planê de avakirina Konseya Veguhestinê heye ku ev sazîwê ji bo parvekirina çavkaniyan, ewlehî û sîstema hilbijartinê zemînekê çêke û Sahraya Rojava gabi gav bibe ber bi otonomîyê ve.

Li gorî Biryara 2797 a Konseya Ewlehîyê ya sala borî û rapora nû, NY û danûstandinên nû nexşerêya otonomîyê ya ku Fasê di sala 2007an de pêşkêş kiribû, wekî bingeha herî sereke ya danûstandinan qebûl dikin.

Nexşeya Sahraya Rojava

Rapora bi jimare S/2026/781 ya NYyê eşkere kiribû ku di navbera çileya pêşîn û hezîrana 2026an de li Washington û Madridê sê caran di navbera Fas, Enîya Polisario, Cezayir û Morîtanyayê de muzarekere hatine kirin. Ev hevdîtin piştî biryara 2797an a Konseya Ewlehîyê pêk hatin ku nexşerêya otonomîyê ya Fasê wekî bingeha gotûbêjan qebûl dikir.

Di van hevdîtinan de ku ji hêla Nûnerê Taybet ê NYyê Steffan de Mistura û rayedarên amerîkî ve dihatin birêvebirin, çarçoveya avakirina konseyeke veguhestinê hat nîqaşkirin. Ev konsey wê proseya veguhestinê birêve bibe û ji bo çareserîyeke daîmî û dadperwerane bibe zemîn. Li aliyekî din, Sekreterê Giştî Antonio Guterres pêşnîyaz kir ku erka mistiyona aştîparêz a NYyê (MINURSO) heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2027an bê dirêjkirin.

Paşxaneya meseleya Sahraya Rojava

Meseleya Sahraya Rojava yek ji kevnartirîn aloziyên parzemîna afrîqayê ye. Welat heta salên 1970yî di bin kontrola Îspanyayê de bû. Piştî vekişîna Îspanyayê, Fasê wêlêt ev herêm xiste bin kontrola xwe, lê Enîya Polisario ku ji alîyê Cezayirê pişgitî girt, ji bo  avakirina “Komara Erebî û Demokratîk a Sahrawî” ya serbixwe dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Di sala 1991ê de bi navbeynkariya NYyê agirbest hat ragihandin û Hêza Aştîparêz a NYyê (MINURSO) hat bicihkirin. Eniya Polisario daxwaza referandumeke serxwebûnê dike lê Fas dibêje ku ev herêm parçeyek ji axa wê ye û tenê planeke otonomîyê ya di bin serwerîya xwe de qebûl dike. Di van salên dawî de, piştgirîya navdewletî ji bo plana otonomîyê ya Fasê zêde bûye.

 

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.