SerupelNûçeÇînê kompûtera herî bi lez a cîhanê çêkir

Çînê kompûtera herî bi lez a cîhanê çêkir

Çînê bi superkompûtera xwe ya nû ya bi navê LineShine, di lîsteya kompûterên herî bi hêz ên cîhanê de cihê yekemîn ji Amerîkayê girt. Tevî qedexeyên firotina çîpan a ji aliyê Amerîkayê ve jî, endezyarên Çînî bi çîpên ku li welatê xwe hildiberînin ev serkeftin bi dest xistin. Ev kompûter ji bo lêkolînên dermanan, guherîna avhewayê û Hişê Çêkirî (AI) tê bikaranîn.

Di navbera her du dewletên mezin, Çîn û Amerîkayê de, pêşbaziya teknolojiyê gihîşt asteke nû. Çînê kompûtereke pir mezin û bi hêz a bi navê LineShine çêkir ku niha di lîsteya cîhanî de wekî kompûtera herî bilez hat qebûlkirin. Bi vê yekê, Çînê cara yekemîn ji sala 2017an û vir ve Amerîka li paş xwe hişt.

Ev superkompûter ku li bajarê Shenzhenê ye, 20 ji % ji hevtaya xwe ya Amerîkî (El Capitan) bileztir dixebite. Tiştê herî balkêş ev e ku ji ber qedexeyên Amerîkayê, Çînê nekarî çîpên taybet (GPU) yên pêşketî bikire. Lê endezyarên çînî pergala xwe bi çîpên asayî (CPU) yên ku li welatê xwe hildiberînin ava kirin û astengîyê derbas kirin.

Superkompûter ne wekî kompûterên malê ne; ew dikarin di saniyeyekê de bi milyaran karên matematîkî yên pir tevlihev çareser bikin. Zanistên çînî vê amûrê wê ji bo wekî nexşerêya guherîna hewayê, dîtina dermanên nû ji bo nexweşiyên giran û pêşxistina Hişê Çêkirî (AI) bi kar tînin.

Lêbelê, pispor dibêjin ku ev serkeftin tenê di warê hesabên matematîkî yên zanistî de ye. Tê gotin ku fîrmayên mezin ên Amerîkî wekî Google û xAI xwedî kompûterên pir xurt in ku tenê ji bo hişê çêkirî hatine çêkirin, lê ew naxwazin navên amûrên xwe bixin nav van lîsteyên fermî.

Taybetîyên teknîkî ya LineShineê

  • Leza Kompûterê: 2.198 exaflops (Di saniyeyekê de zêdetirî 2 kwadrîlyon hesab dike). Ji herî kompîtura Amerîkayê (El Capitan) 20 ji % bileztir e.

  • Cihê Wê: Navenda Superkompûterê ya Neteweyî – Shenzhen, Çîn.

  • Pergala Çîpan: Tenê çîpên asayî (CPU-Only) bi kar tîne; çîpên taybet ên hişê çêkirî (GPU) tê de nîn in.

  • Hejmara Navikan (Cores): Nêzîkî 13.79 mîlyon navikên çîpan (ARM-based) bi hev re dixebitin.

  • Hêza Elektrîkê: Nêzîkî 42.2 Megawatt enerjiyê xerc dike (Hema hema bi qasî bajarekî biçûk).

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.