SerupelNûçeDYA 250 salî ye: Ji dîplomasiyê ber bi siyaseta ‘çakûç û bizmaran’...

DYA 250 salî ye: Ji dîplomasiyê ber bi siyaseta ‘çakûç û bizmaran’ Ve

Nûçeyeke di DWyê de hat weşandin, bala xwe dikişîne ser guherîna 250 salî ya siyaseta derve ya DYAyê. Li gorî daneyên zanistî, Washingtonê bi taybetî piştî êrîşên 11ê îlona 2001an, dîplomasî xistiye paşperdeyê û budceya parastinê mezin kiriye. Qonaxa dawî ya Amerîka tê de ye, cî li peymanên navneteweyî hatîye tengkirin û midaxeleyên leşkerî yên ji bo guherandina rejîman yên wekî Îran û Venezuelayê pêk tê.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beriya 250 salan ji Brîtanyayê veqetîya û serxwebûna xwe ragihand. Herçend di Danezana Serxwebûnê de rûmetên wekî “Jiyan û Azadî” wekî mafên jiyanî hatibin destnîşankirin jî, îro siyaseta derve ya Washingtonê di bin siya midaxeleyên leşkerî de ye. Li gorî nûçeya ku ji hêla Gianna-Carina Grün û Peter Hille ve ji bo Deutsche Welle (DW) hatî amadekirin, baweriya bi daxwaza Amerîkayê ya ji bo belavkirina demokrasiyê hem li hundir hem jî li derve bi giranî qels bûye.

Hêza leşkerî zêde dibe

Zanyarên siyasî Monica Duffy Toft û Sidita Kushi diyar dikin ku di nava 250 salên borî de zêdetirî 500 midaxeleyên leşkerî yên DYAyê çêbûne. Kushi destnîşan dike ku piştî 11ê îlonê, Washington êdî bawer nake ku dikare bi dijminên xwe re bi rêya dîplomasiyê biaxive û dibêje: “Heke hûn nekaribin bi dijminên xwe re sedeman nîqaş bikin… tiştê ku di destê me de dimîne şidet e — bi tenê bikaranîna hêzê ye.” Kushi bi gotineke navdar qala vê guherînê dike: “Heke her tiştê di destê we de çakûç be, her tişt wekî bizmaran xuya dike.” Ev nêzîkatî bûye sedem ku budceya Wezareta Parastinê (Pentagon) pir mezin bibe, lê Wezareta Derve qels bikeve.

“Nexşeya eyaletan a DYAyê”/ LumaP15, Wikimedia Commons.

Armancên nû: Guherandina rejîman

Herçend di demên berê de midaxeleyên Amerîkayê piranî li Amerîkaya Latîn bûn jî, di dehsalên dawî de bal kişandiye ser Rojhilata Navîn û Afrîkayê. DW diyar dike ku mebesta DYAyê ji parastina aboriyê guherîye ber bi “avakirin an parastina desthilatdariya rejîmên biyanî”. Mînakên herî berbiçav ên vê siyasetê di destpêka vê salê de pêkhatibûn: Revandina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro di serê salê de û destpêkirina şerê li dijî Îranê di meha sibatê de.

Paşvekişîna dîplomasiya aborî

Li aliyê din, peymanên bazirganî yên ku di salên 1960 û 1980yî de ji bo DYAyê amûreke sereke bûn, êdî wekî berê ne giring in. Profesorê zanistên siyasî Calvin Thrall dibêje ku Amerîka tenê giringîyê dide wan welatên ku berjewendiyên wê yên aborîyê yên mezin lê hene. Welatên wekî Bolîvya, Pakistan û Malawî ji bo Amerîkayê ne giring in û loma jî sefîrên Amerîkayê li wan welatan tune ne.  Ji salên 1980yî û vir ve, hejmara peymanên nû yên ku ji aliyê serokên Amerîkayê ve têne îmzekirin, her ku diçe kêm dibe.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.