SerupelNûçeKorsîka nêzîkî otonomîyê ye: Gava yekem hat avêtin

Korsîka nêzîkî otonomîyê ye: Gava yekem hat avêtin

Parlamentoya Fransayê biryareke krîtîk ku prosesa otonomiyê dide girava Korsîkayê qebûl kir. Di dengdanê de 271 parlamenteran dengê “erê” û 202 parlamenteran jî dengê “na” bi kar anîn. Ev biryar ji bo statûya giravê wekî serkeftineke dîrokî tê dîtin. Tevî vê jî rêya ji bo otonomîyê hîn dirêj e û ji hin qonaxên hiqûqî pêk tê.

Meseleya herî giring a reforma Korsîkayê mafê derxistina qanûnên herêmî ye. Eger ev proje bibe qanûn, Korsîka dikare di mijarên wekî turîzm, aborî û plansaziya bajaran de qanûnên xwe yên taybet çêbike û qanûnên Fransayê li gorî şert û mercên giravê biguherîne. Lêbelê, mijarên serweriyê yên mîna dadgerî, parastin û ewlehiyê (artêş û polîs) dê her di destê dewleta navendî ya Fransayê de bimînin.

Çima niha û astengî çi ne?

Ev pêvajo piştî rageşî û çalakiyên tund ên li giravê yên salên borî dest pê kiribû. Hikûmeta Fransayê dixwaze bi vê pêngavê pirsgirêka Korsîkayê çareser bike. Lê du astengiyên mezin (senato û piranîya ji 3/5) li pêşiya vê otonomiyê hene.Ji ber ku piraniya Senatoyê di destê rastgiran de ye, tê payîn ku ev proje rastî berxwedaneke mezin bê. Ji bo ku guhertina destûra bingehîn bibe fermî, divê sê par ji pêncan ên hemû parlamenter û senatoran dengê erê bidin. Hinek alîyên sîyasî li Fransayê ditirsin ku ev maf bibe mînak ji bo herêmên din ên wekî Bretonya û Elzasê û modela navendîparêz a Fransayê xira bibe.

Girava Korsîkayê/Superbenjamin, CC BY-SA 4.0

Profîla Korsîkayê

Korsîka herêmeke xwedî çand û nasnameyeke pir bihêz e ku bi salan e ji bo mafên xwe têdikoşe. Korsîka giraveke li Deryaya Navîn e û di navbera Fransa û girava Sardînyayê (Îtalya) de ye. Nifûsa giravê nêzîkî 350.000  û ji 150.000 ji vê nifûsê bi zimanê korsîkî diaxivin. Zimanê fermî yê Korsîkayê fransî ye. Korsîya ji alîyê îdarî ve wekî “Kolektîfeke Taybet” a Fransayê tê qebûlkirin lê armanca sîyaseta giravê herêmeke otonom e.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.