Di konferansa ziman a li Amedê de meseleya kurd di bingeha xwe de wekî meseleyeke ziman û axaftina bi kurdî wekî krîtera herî mezin a welatparêziyê hat pênasekirin. Siyasetmedaran bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên sedsalî (wekî Plana Şark Îslahatê û Peymana Lozanê) û bang kirin ku ji bo aştiyeke mayînde, divê statûya zimanê kurdî di destûra bingehîn de bi qanûnan were mîsogerkirin.
Çand, medya û statûya hiqûqî
Di rûniştinan de hat destnîşankirin ku kurdan li dijî qedexeyan her tim xwe bi rêya çand û muzîkê parastîye. Li hemberî asîmîlasyona medyaya dîjîtal û astengiyên darizandinê, bang li rojnameger û rewşenbîran hat kirin ku “milîtaniya ziman” bikin. Beşdaran anî ziman ku mafê ziman mafekî kolektîf û bîra hevpar e; ji ber wê divê têkoşîna meşrû bê xurtkirin da ku dewlet neçarî çêkirina qanûnên nû bibe.
Rûniştina beledîyeyan
Hevşaredarên bajarên mezin diyar kirin ku rêveberiyên herêmî divê di warê ziman de pêşengiyê bikin û ji nêzîkatiyên sembolîk derkevin. Ji bo guhertina hişmendiya civakî, daxwaz hat kirin ku di şaredariyan de kreş, zarokîstan, navendên bîrê û saziyên lêkolînê yên pirzimanî bi awayekî stratejîk bên avakirin.

Encamname
Di dawiya konferansê de ev 17 biryarên bingehîn hatin qebûlkirin:
Hefteya 15ê Gulanê dê wekî festîwal bê pîroz kirin.
Ji bo zindîkirina ziman, wê 2 salan carekê konferans bê çêkirin.
Bi navê “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” banekî hevpar tê avakirin.
Hemû nivîsên rêxistinî yên navxweyî yên saziyan dê bi kurdî bin.
Kar û barên folklorê wê bi hevkariya rêveberiyên xwecihî bên meşandin.
Sazî û dezgehên welatparêz wê ji butçeya xwe parekê ji bo ziman veqetînin.
Ji bo karmendên ku kurdî kêm dizanin, atolyeyên zimanî yên mecbûrî dê bên vekirin.
Malper û hesabên medyaya civakî yên saziyan divê di rêza yekem de bi kurdî bin.
Ji bo avakirina dibistaneke online wê xebat bên kirin.
Peyzaja zimanî wê bê kirin; navên sazî, kolan û parkan wê bên kurdîkirin.
Bikaranîna Kurdî dibe pîvena temsîla siyasî; nûnerên gel divê hînî kurdî bibin.
Ji bo toreke berfireh a zimanê kurdî hewldan tên destpêkirin.
Di şaredariyan de daîreyên ziman, kreş, zarokîstan û kanaleke çandî wê bên avakirin.
Ji bo parastina kirmanckî (zazakî) wê televîzyon û akademiyeke xweser were vekirin.
Ji bo prestîja ziman, Kurdî dê bibe zimanê jiyanê û yê bazarê.
Ji bo domdariya saziyên ziman, abonatî û piştgiriya darayî ya xurt dê bê kirin.
Saziyên ziman dê li navçeyên bajaran jî şaxên xwe vekin.



